Di rewşa koçberiyê de derfeta kar peyda kir

Ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê bê ku tiştekî bi xwe re bîne tevlî malbata xwe ji Efrînê koçber bû û li gundê Tilqerah a Şehbayê bi cih bû. di rewşa koçberiyê de jî madeyên şuştinê li ser besteyekê difroşe û pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk tîne.

Di rewşa koçberiyê de derfeta kar peyda kir
26 adar, 2018   08:50

ŞEHBA- Welatiyê ereb Ebdulkerîm Mihemed astengdar e. Ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê mala xwe terik kir û koçber bû. Mihemed tevî astengiya xwe nanxwuyê malbata ku ji 14 kesan pêk tê ye.

Niha malbata Ebdulkerîm û 3 malbatên din ku ji derdora 30 kesî pêk tên bi hev re li gundê Tilqerah a Şehbayê jiyan dikin.

Mihemed ji bo pêdiviyên jiyanî yên malbata xwe pêk bîne, li koçberiyê besteyek biçûk vekiriye û madeyên xwarinê û yên şuştinê li ber mala lê dimîne difroşe. Bi berhemên jê peyda dike malbata xwe xwedî dike.

Ebdulkerîm dibêje ku wan ji ber bombebaran û topbarana Artêşa Tirk û çeteyên wê malên xwe terik kirin û ev tişt anî ziman:"Em li Efrînê bi ewlekarî dijîn. Lê ji ber êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê em neçarî koçberiyê bûn."

(dc)

ANHA