Nemsa jî naxwaze Tirkiye beşdarî Yekîtiya Ewropayê bibe

Nemsa xwest ku danûstandinên derbarê  beşdarbûna Tirkiye nava Yekîtiya Ewropayê de were rawestandin. Her wiha kiryarên Tirkiyê li Sûriyê şermezar kir.

Nemsa jî naxwaze Tirkiye beşdarî Yekîtiya Ewropayê bibe
26 adar, 2018   08:44

NAVENDA NÛÇEYAN - Şêwermendê Nemsa Sebastian Kurtz kiryarên dewleta Tirk li Sûriyê şermezar kir û ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku danûstandinên derbarê beşdarbûna Tirkiyê nava  Yekîtiya Ewropayê rawestîne.

Sebastian Kurtz got ji ber ku Tirkiyê mafê mirovan û nirxên bingehîn ên demokratiyê û zagonên beşdarbûna nava Yekîtiya Ewropayê de bi cih neaniye, ji ber vê yekê pêwîste danûstandinên di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê bi dawî bibe.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 20`ê çil ve, bi awayekî hovane êrîşî kantona Efrînê dike. Di encamê de gelek komkujî çêbûn û derdora 500 sivîl di nav de jin û zarok şehîd bûn.

(kc)