Gelê Dêrikê: Meclîsa Dîlokê meclîsa xayînan e

Gelê Dêrikê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, piştgiriya xwe bi berxwedana gelê Efrînê re careke din nîşan dan û gotin ku meclîsa li Dîlokê hatiye avakirin, nûnertiya gelê Efrînê nake.

Gelê Dêrikê: Meclîsa Dîlokê meclîsa xayînan e
Gelê Dêrikê: Meclîsa Dîlokê meclîsa xayînan e
Gelê Dêrikê: Meclîsa Dîlokê meclîsa xayînan e
Gelê Dêrikê: Meclîsa Dîlokê meclîsa xayînan e
Gelê Dêrikê: Meclîsa Dîlokê meclîsa xayînan e
Gelê Dêrikê: Meclîsa Dîlokê meclîsa xayînan e
25 adar, 2018   13:54

QAMIŞLO - Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê, li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşeke li dar xistin û piştgiriya xwe bi berxwedana gelê Efrînê re nîşan dan. Çalakvanan meclîsa ku li Dîlokê ya ku bi navê birêveberina Efrînê hatiye avakirin bi meclîsa xayînan wesif kirin.

Girseya gelê ku wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û pankartên "Meclîsa Dîlokê ya xayîn nûnertiya zarokên Efrînê nake, Efrîn bi saya şervanan wê serkeve, bêdengiya we me dikuje" hilda bûn ji qada Azadî ya bajarê Dêrikê dest bi meşê kirin.

Meş li bazara navendî derbas bû girse di wê navberê de dirşûmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê beriz dikirin.

Meş li qada Şehîdan veguherî mîtîngê. Piştî rêzgirtinê, daxuyaniyek bi navê Koordînasyona Giştî ya herêma Dêrik ji aliyê Mûtî Elî ve hate xwendin.

Mûtî Elî, diyar kir ku êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Efrînê bi awayekî pîlankirî ji bo guhertina demografiya herêmê pêk tê, Tirkiyê hemû pîvanên exlaqî û hiqûqî bin pê dike û şerê tecrûbeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dike.

Mûtî Elî, her wiha destnîşan kir ku gelê Efrînê û şervanên QSD‘ê li hemberî dagirkeran efsaneyên dîrokî dinîvisînin. Berxwedana li Efrînê tê meşandin bi hemû wateyan berxwedana parastina nirxên mirovî ye.

Elî, têkildarî bêdengiya raya giştî ya li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê şermezar kir û got ku pêwîste alîyên peywendîdar erka xwe ya mirovî bi cih bînin.

Mûtî El-Elî, têkildarî meclîsa ku li Dîlokê bi navê rêveberina Efrînê hatiye avakirin ev tişt anî ziman, "Meclîsa li Dîlokê hate avakirin, di bin rêveberiya Tirkiyê ve hatiye avakirin, ev meclîs ne rewa ye, kesên xayîn ku nûnertiya gelê Efrîn nakin, cihê xwe di nava vê meclîsê de digirin. Gelê Efrînê wê welatê xwe bi rêve bibin."

Mîtîng  bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê, YPG, YPJ û QSD‘ê bi dawî bû.

(bb)

ANHA