Li Idlibê teqîn, 9 sivîl mirin

Li navenda bajarê Idlibê wesayîteke bomebekirî teqiya, 9 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 20 jî birîndar bûn.

Li Idlibê teqîn, 9 sivîl mirin
24 adar, 2018   13:18

NAVENDA NÛÇEYAN – Çavdêriya Mafê Mirovan  a Sûriyê ragihand ku wesayîteke bomebekirî li nêzî avahiya ‘‘Hikûmetet El-Enqaz El-Wetenî‘‘ ku navenda bajarê Idlibê dikeve, teqiya. Di encama teqînê de 9 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 20 jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku avahiya behsa mijarê, bargeha çeteyên "Heyet Tehrîr El-Şam" yên ji eslê Ospakistanê bû.

Heta niha tu aliyan êrîş negirtiye ser xwe.

(bb)