Di Roja Piştgiriya Efrînê de gelê Tirbespiyê: Bedêl çi be em teslîm nabin

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê ji bo Roja Cîhanî ya Piştgiriya Efrînê daketin qadan û gotin "Bedêl çi be, em teslîm nabin".

Di Roja Piştgiriya Efrînê de gelê Tirbespiyê: Bedêl çi be em teslîm nabin
24 adar, 2018   13:49

QAMIŞLO – Meşa Roja Piştgiriya Efrînê ya gelê Tirbespiyê ji pêşiya Navenda Kongreya Star ber Yekîtiya Ciwanên Rojava dest pê kir.

Meşvanan ku alên û sembolên Şoreşa Bakurê Sûriyê bilind kiribûn, bê navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina Erdogan qîr dikirin.

Meş li ber navenda Ciwanên Rojava rawestiyan. Li vir ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê rêz hate girtin.

Hevserokê Meclîsa Gel a navçeya Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso axivî. Hiso di axaftina xwe de îşaret bi hevgirtina pêkhateyên Bakurê Sûriyê û piştgiriya wan a ji bo Efrînê û ev tişt anî ziman, "Dewleta Tirk bi polîtîkeyên xwe yên qirêj hewl dide di navbera gelên Bakurê Sûriyê tevliheviyê derxîne. Em ji Erdogan re dibêjîn ku berdêl çi be em teslîmkariyê qebûl nakin."

Çalakî bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Efrînê bi dawî bû.

(bb)

ANHA