Pêşengeha wêneyên ku kiryarên Tirkiyê vedibêje hate vekirin

Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê (Şaxê Tirbespiyê) pêşengeheke wêneyan ku kiryarên dewleta Tirk li dijî sivîlên Efrînê teşhîr dike vekir.

Pêşengeha wêneyên ku kiryarên Tirkiyê vedibêje hate vekirin
Pêşengeha wêneyên ku kiryarên Tirkiyê vedibêje hate vekirin
Pêşengeha wêneyên ku kiryarên Tirkiyê vedibêje hate vekirin
24 adar, 2018   13:05

QAMIŞLO - Li ser vexwendina Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê (Şaxê Tirbespiyê), pêşengehek wêneyan ku kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlên Efrînê vedibêje hate vekirin.

Pêşengeh li Akademiya Çand û Hunerê ya navçeya Tirbespiyê ya Yekta Herekol bi beşdarbûna bi dehan şêniyên navçeyê hate vekirin.

Her wiha şanoyeke li ser kiryarên dewleta Tirk ên derheqê gelê Kurd hate pêşkêşkirin.

Pêşengeh heta saetên ber êvarî vekirî be.

(bb)

ANHA