Li Kobanê meşa Roja Efrînê ya Cîhanî destpê kir

Meşa Roja Efrînê ya Cîhanê li Kobanê bi beşdarbûna bi hezaran welatiyan destpê kir.

Li Kobanê meşa Roja Efrînê ya Cîhanî destpê kir
24 adar, 2018   13:03

KOBANÊ – Li ser banga perlamenterên Ewropa, mafnas, akademisyan, nûnerên saziyên jinan, rewşenbîr û nivîskar roja 24`ê Adarê ango îro wekî Roja Efrînê ya Cîhanî ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk û komkujiyên Erdogan li Efrînê, hate îlankirin.

Li ser vî esasî bi hezaran ji şêniyên kantona Kobanê ji Qada Şehîd Egîd dest bi meşê kirin.

Meşvanan pankêrtinʺÎradeya gelan ji hemû komplogeran xurtire û Em hemû Efrîn inʺvekiribûn. Herwiha meşvanan wêneyên sivîlên ku di encama komkujiyên dewleta Tirk li Efrînê pêk anîbûn, alên YPG û YPJ`ê rakiribûn.

Di meşa ku dewam dike de, gel bê navber dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê beriz dikin.

(kc)

ANHA