Gelê Serêkaniyê ji bo Efrînê daket qadan

Ji bo Roja Efrînê ya Cihanî gelê bajarê Serêkaniyê daketin qadan û meşeke girseyî lidar xistin.

Gelê Serêkaniyê ji bo Efrînê daket qadan
Gelê Serêkaniyê ji bo Efrînê daket qadan
Gelê Serêkaniyê ji bo Efrînê daket qadan
Gelê Serêkaniyê ji bo Efrînê daket qadan
24 adar, 2018   12:52

HESEKÊ - Şêniyên Serêkaniyê ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda bûn ji ber Meclîsa Mala Gel ber bi Qada Azadî dest bi meşê kirin.

Meşvanan bê navber dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê beriz dikirin.

Meş li Qada Azadî veguherî mîtîngê. Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, bi navê TEV-DEM`ê Rîhan Xelîl axivî û da zanîn ku îro li Efrînê li hemberî pîlanên qirêj ên dewleta Tirk ku dixwaze serdema Osmaniyan li Rojhilata Navîn vegerîne, berxwedaneke bê hempa tê meşandin.

Rîhan Xelîl bang li hemû rêxistinên mafê mirovan kir ku xwedî li berxwedana Efrînê derkevin, ji ber bêdengiya wan tê wateya hevkariya di komkujiyên Erdogan li Efrînê de hevkarin.

Mîtîng bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

(sx/kc)

ANHA