Çalavanên li pêşiya NY gotin: Bêdengî wateya hevkariya sûc  

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Efrîn li pêşiya NY’yê di roja 4’an de dom dike. Di çalakiyê de gotin: “Bêdeng mayîn tê wateya hevkariya sûc”, bang li NY’yê û hêzên navneteweyî hate kirin ku ji bo Efrînê bikevin nava tevgerê.

Çalavanên li pêşiya NY gotin: Bêdengî wateya hevkariya sûc  
22 adar 2018   14:30

NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Efrîn li pêşiya NY’yê di roja 4’an de dom dike. Di çalakiyê de gotin: “Bêdeng mayîn tê wateya hevkariya sûc”, bang li NY’yê û hêzên navneteweyî hate kirin ku ji bo Efrînê bikevin nava tevgerê.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armaca ji bo Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin rawestîne ku roja Duşemê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a Cenevreyê hatibû destpêkirin di roja 4’an de ye. Di nava koma çalakiyê de parlemeterên HDP’ê, hevşaredar, rojnamevan û rewşenbîr jî hene.

 ʹNY NEBE HEVKARÊN SÛC’

Çalakvanên ku li konê pêşiya qada li ber avahiya NY’yê hatî danîn çalakiya xwe dewam dike,her roj bi sedan Kurdistanî û dostên wan piştgirî dikin. Qada li pêşiya NY’yê bi pankartên bi nivîsa “Dagirkeriya li Efrînê bidin rawestandin”,”NY, NATO, YE bêdenge, Tirkiye qetil dike”, “Em daxwaz dikin ku NY li dijî Tirkiyeyê bikeve nava tevgerê” û bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ’ê hatin xemilandin. Welatiyên ku piştgirî dan çalavanan dirûşmên “Bêdengî tê wateya hevkariya sûc” û “Her der Efrîn e, her der Berxwedan e” qîr kirin.

Çalakvanan daxwaza kirin ku divê ji bo Efrîn a di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê deye bi lezgîn bikevin nava tevgerê.

‘NY DIVÊ DI VEGERÊ DE ROL BILÎZE’

Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin, hate gotin ku piştî êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê û şûnde welatî neçar man ku bajarê biterikînin, hat bibîrxistin ku pêwîstiya gel bi alîkariyê heye. Di axaftina de hate diyarkirin ku divê NY’yê ji bo vegera gel a bajêr bi aktîv rol bilîze. Tevî vê hê jî domandina bêdeniya NY’yê ji aliyê Kurdan ve nayê pejirandin.

 ‘LI DIJÎ HIQÛQA NAVNETWEYÎ YE’

Çalakvanan destnîşan kirin ku heya artêşa Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê tê wateya îxlalkirina hiqûqa navneteweyî, li beramberî vê divê di serî de NY û parêzvanên hiqûqa navneteweyî bêdengiya xwe ya li hemberî bûyeran bi dawî bike. Çalakvanan destnîşan kir ku êdî divê NY’yê ji bo Efrînê gavên şênber bavêje. Herî dawî çalakvanan peyama “Bi vê bêdengiyê hûn dibin hevkarên sûcê tên kirin” da.

Çalakvan bi dirûşmên dilsoziya bi Efrînê re çalakiya xwe dom dikin.