Rêxistinên mirovî erka xwe pêk nayîne, komîn alîkariya koçberan dike

Komîna Şehîd Tekoşer a gundê Beradê ya navçeya Şêrawa alîkariya koçberên ji herêmên Efrînê hatine dikin. Rêxistinên navdewletî derbarê alîkariya koçberan erka xwe pêk nayîn in, her wiha topbaran û bombebarana Artêşa Tirk li herêmê jî didome.

Rêxistinên mirovî erka xwe pêk nayîne, komîn alîkariya koçberan dike
Rêxistinên mirovî erka xwe pêk nayîne, komîn alîkariya koçberan dike
Rêxistinên mirovî erka xwe pêk nayîne, komîn alîkariya koçberan dike
Rêxistinên mirovî erka xwe pêk nayîne, komîn alîkariya koçberan dike
Rêxistinên mirovî erka xwe pêk nayîne, komîn alîkariya koçberan dike
Rêxistinên mirovî erka xwe pêk nayîne, komîn alîkariya koçberan dike
Rêxistinên mirovî erka xwe pêk nayîne, komîn alîkariya koçberan dike
22 adar 2018   06:58

ROZANA DADO- FÎDAN EBELA

EFRÎN – Piştî Artêşa Tirk û çeteyên wê beşek mezin ji herêma Efrînê dagir kirin, welatiyên herêmê ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê qebûl nakin, neçar bûn ku ji malên xwe derkevin û berê xwe bidin navçeya Şêrawa û li wir bi cih bûne.

Komînên navçeya Şêrawa ji bo alîkariya koçberan bê navber kar û xebatan dide meşandin û alîkariya welatiyan dike.

Komîna Şehîd Tekoşer a gundê Beradê ya navçeya Şêrawa di nava 24 saetan de ji bo alîkariya bi koçberan re li ser piyane. Li gorî derfetên xwe yên heyî alîkariya koçberan dike. Komînê 25 kon di xaka gund de vekirine û zêdeyî 50 malî bi cih kirine. Her wiha derfetên wan ên jiyanî jî ji nan, av û herwekî din pêk tîn in.

Di vê çarçoveyê de jina bi navê Suad Arif a ji bajarê Efrînê wiha axivî: "Em ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê destpêkê ji Heleb koçber bû û hatin Efrînê, niha jî em ji Efrînê koçber bûne. Ji ber topbarana li ser me me malên xwe û jêdera karê xwe jî winda kiriye."

Derbarê alîkariya komînan bi wan re Sûad wiha got: "Komîna gund li gorî hêza xwe alîkairya me dikin, zarokên me bi cih kirin, em li kolanan bû, lê niha em bi cih bûne."

Jina bi navê Zyeneb Reşo ya ji navçeya Bilbilê jî got ku ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê gelek cîh dan guhertin û wiha dom kir: "Lê komîna gund li vir li gorî derfetên xwe alîkariya me kirin."

Jina bi navê Sedîqa Şêxo jî destnîşan kir ku tevî topbaran û bombebarana Artêşa Tirk wê malên xwe bernedin û wiha dom kir: "Pêwîstiya me bi gelek cûreyên alîkariyan heye. Bi taybet di aliyên jiyanî û tenduristî de."

Jina bi navê Horiya Ibrehîm bang li rêxistinên navdewletî kir ku alîkariya wna bikin û pêwîstiyên jiyanî ji cilên zarokan, xwarin û her wekî din ji wan re peyda bikin.

Hevserokê Komîna Şehîd Tekoşer Ebdulfetah Hemo diyar kir ku ew li gorî derfetên xwe alîkariya koçberan dikin û pêdiviyên wan ên jiyanî ji wan re pêk tîn in û wiha got: "Divê civaka navdewletî zextê li dewleta Tirk bike ku dawî li êrîşa xwe bînin."

(dc)

ANHA