ʹBi ruhê Newrozê em ê têkoşîna li dijî dagirkeran bilind bikinʹ

ʹBi ruhê Newrozê em ê têkoşîna li dijî dagirkeran bilind bikinʹ
ʹBi ruhê Newrozê em ê têkoşîna li dijî dagirkeran bilind bikinʹ
21 adar, 2018   15:40

HÊZA HESEN – MIHEMED EHMED

KOBANÊ – Welatiyên Kantona Kobanê çalakiya Newrozê di bin dirûşmeya ʺBerxwedana Efrînê dê bibe Newroza gelanʺ de li dar xistin û diyar kirin ku ew ê heta serketinê li pişta gelê Efrînê bin.

TEV-DEMʹê li rex dika çalakiyê, konek veda. Li bin kon sinevizyonek derbarê berxwedana Efrînê de hat pêşandan û pêşengeheke wêneyên komkujiyên Efrînê hat vekirinn. 

Welatiyan derbarê cejna Newrozê û berxwedana Serdemê de nêrînên xwe anîn ziman.

Mehmûd Sîno: Em Newroza 2018ʹan li Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, YPG/YPJʹê pîroz dikin. Efrînê Dê bi hevgirtina gelan bi ser bikeve. Tevahî gelên Bakurê Sûriyê dê piştgiriya berxwedana Efrînê bidomîne, heta Efrîn ji dagirkeran tê rizgarkirin.

Fatma Mihemed: Newroza 2018ʹan li gelê Kurd û tevahî gelên Bakurê Sûriyê pîroz be. Wê berxwedana Efrînê bi ruhê Newrozê bi ser bikeve. Newroza îsal, Newroza berxwedana Efrînê ye. Em li hember dagirkeran bi ser bikevin û bi hemû şêweyan destek bidin vê berxwedanê. 

Mesûd Bozê: Newroza îsal Newroza serkeftina Berxwedana Serdemê li dijî dagirkeran e û têkbirina komployên dijmin e. Şervanên YPG/YPJ/QSDʹê tekane hêza ku rûmeta gelên Bakurê Sûriyê diparêze ye. Hêzên me dê bi ser bikevin, ji ber ku bi îradeyeke xurt û ruhekî fedekar şer dikin, gelê xwe û axa welatê xwe diparêzin.

(mm)

ANHA