Iraq: Em qebul nakin hêzên Tirkiyeyê sînorên me binpê bikin

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî destnîşan kir ku ew bi tu awayî qebul nakin ku hêzên Tirkiyeyê sînorên wan derbas û binpê bikin. Caferî her wiha got divê teqez hêzên Tirk ji Başîqa derkevin.

Iraq: Em qebul nakin hêzên Tirkiyeyê sînorên me binpê bikin
21 adar, 2018   09:44

NAVENDA NÛÇEYAN –Têkildarî mijarê di malpera fermî ya Wezareta Karên Derve ya Iraqê de daxuyaniyek hat belavkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî pêşwazîya Wekîlê Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Ahmed Yildiz û şandeya pê re kiriye.

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser mijarên xurtkirina pêwendiyên herdu dewletan ên li ser aborî, bazirganî, av û hwd. hatiye rawestîn.

Li ser hevdîtinê xala herî ku balê dikişîne derbarê hebûna leşkerên Tirk ên li ser axa Iraq û Herêma Kurdistanê bû.

Têkildarî mijarê li ser navê Îbrahîm Caferî di daxuyaniyê de hat gotin ku Iraq binpêkirina sînoran bi tu awayî qebûl nake.

Di daxuyaniyê de li ser navê Caferî wiha hat gotin: "Em qebul nakin ku tu hêzek ji axa Iraqê êrîşî dewleteke cîran bikin. Her wiha bi şêweyekî pir eşkere dibêjin ku em bi tu awayî qebûl nakin hêzên Tirkiyeyê sînorê Iraqê binpê bikin, serweriya Iraqê binpê bikin. Her wiha em tekez dikin ku divê hêzên Tirkiyeyê yên li Başîqa vekişin."