'Tehdîdên Erdogan li ser hemû Sûriyê ye'

Hevserokê Buroya Têkiliyan a Meclîsa Sûriyaya Demokratîk (MSD) Xerîb Hiso ji hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê xwest ku bi yek destî li dijî pîlanên dewleta Tirk ên dagirkeriyê, koçberkirina welatiyan û pêkanîna komkujiyan, derkevin.

'Tehdîdên Erdogan li ser hemû Sûriyê ye'
21 adar, 2018   07:55

TIRKÎ EL-KALIT

GIRÊ SPÎ - Xerîb Hiso derbarê dagirkeriya deweleta Tirk ji herêma Efrînê re ji ajansa me re axivî û wiha got,ʺPîlanên Tirkiyê yên dagirkeriyê ne nû ne. Ew ê pîlanên xwe yên dagirkeriyê ranewstîne û wê herêma Bakurê Sûriyê aram ne hêle. Ne tenê Bakurê Sûriyê, lê belê di pîlanên wî de Heleb û hemû Sûriyê jî heye. Armanca wî ji vî yekê jî derbeyê li biratiya gelan û projeya federaliya demokratîk bixe."

Hiso, di berdewama axaftina xwe de jî wiha got, "Erdogan dibêje ku wî Efrîn rizgar kiriye. Ya rast wî Efrîn  dagirkiriye û gelê wê daye koçberkirin. Komkujî li ser  sivîlan de pêk anî, her wiha binesaziya Efrînê wêran kiriye. Mixabin ev bi alîkariya hin xelkên Sûriyê ku navê Artêşa Azad li xwe dikin, pêk hatiye. Erdogan dixwaze demografiya Efrînê bide guhertin, ew rojane dibêjin ku wê şêniyên Efrînê yên resen vegerîne, lê ya rast ew e ku şêniyên Efrînê yên resen yên li wir jiyan dikin. Ew xwediyên wê erdê ne."

Hevserokê Buroya Têkiliyan a MSD'ê Xerîb Hiso di da dawiya axaftina xwe de jî bang li civaka navdewletî kir ku li dijî dagirkeriya Tirk û pîlanên dîktatorê Serdemê Erdogan bêdeng nemîn in û erka xwe pêk bîn in."

(dc)

ANHA