ʹEm ê bi agirê Newrozê berxwedana li dijî dagirkeriyê geştir bikinʹ

ʹEm ê bi agirê Newrozê berxwedana li dijî dagirkeriyê geştir bikinʹ
20 adar, 2018   21:12

QAMIŞLO – Welatiyên navçeya Til Hemîsê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê çalakiya Newrozê li dar xistin. Di çalakiyê de hat zanîn ku wê berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk bi agirê Newrozê geştir bibe.

Gel di çalakiyê de agir dada û deqeyek rêz girt. Piştre TEV-DEMʹê derbarê Newrozê de daxuyaniyek da.  

Daxuyanî wiha ye:

ʺEm ê bi agirê Newrozê têkoşîn û Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirk geştir bikin û bi ser bikevin. 

Em siyasetên dijminane yên dewleta Tirk li dijî gelê me yê Efrînê û bêdengiya navneteweyî şermezar dikin.

Dê gelê Sûriyê berxwedana li dijî dagirkeriyê bidomîne heta Efrîn rizgar dibe. Dê Efrîn bibe destpêka dawiya Erdogan û siyaseta wî ya faşîst.ʺ  

Di dawiyê de dirûşmeya ʺBijî berxwedana Efrînêʺ hat berzkirin. 

(mm)

ANHA