Gelê Hesekê şehîdên Newroza 2015ꞌan bi bîr anîn

Gelê Hesekê şehîdên Newroza 2015ꞌan bi bîr anîn
Gelê Hesekê şehîdên Newroza 2015ꞌan bi bîr anîn
Gelê Hesekê şehîdên Newroza 2015ꞌan bi bîr anîn
Gelê Hesekê şehîdên Newroza 2015ꞌan bi bîr anîn
20 adar, 2018   21:10

HESEKÊ – Di bin dirûşmeya "Qêrîna Newrozê" de saziyên civaka sivîl û gelê Hesekê 52 şehîdên Newroza 2015ꞌan ên ku bi teqîneke terorîst şehîd bûn, bi bîr anî.

Navenda Silav, Rêxistina Aşna, Rojava, Hesekê û Komeleya Xûnê beşdarî vê çalakiyê bûn. Qada çalakiyê bi wêneyên şehîdên Newrozê hat xemilandin. Her wiha gel qada Mitîngê bi pankartên "Ez ji welatekî me ku nîvê wî dagirkirî ye û nîvê din jî şehîd e û beşê mayî jî bendewar e", "Kurdan ji bo cîhanê şerê terorê kir. Ji bo şerê terorê yê li dijî Kurdan cîhan li ku derê ye?".

Girseya gel li Qada Şehîd Serhed kom bû. Gel bi bo bîranîna şehîdan bi sedên mûman pêxistin. Her wiha pankarta "NATO Efînê dagir dike" , "Piştî her şikestineke Adarê Newroz tê û Newrozeke nû ji Efrînê re heye" bilind kirin.

Piştre şanoyek derbarê bêdengiya navneteweyî ya li hember komkujiyên li ser jin û zarokan de, hate pêşkêşkirin.

Mitîng bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.

(dr)

ANHA