Ciwanên herêma Dêrik ji bo Efrînê agirê Newrozê gur kir

20 adar, 2018   20:51

QAMIŞLO – Ciwanên Rojava li Dêrik û Girkê Legê di bin dirûşmeya "Bijî Berxwedana Serdemê" de meşek bi xetîreyan, li dar xist. 

Ji bo pîrozkirina Newroza 2018ꞌan, ciwanên Dêrik û Girkê Legê li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger kom bûn. Ciwanan li navendê agirê Newrozê dadan, li dora êgir xelek çêkirin û Berxwedana Serdemê û şervanên YPG/YPJꞌê, silav kirin.

Çalakiya Newrozê bi saetan dewam kir û bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

Bi heman boneyê ciwanên Girkê Legê û Rimêlanê bi boneya Newroza 2018ꞌan, meşek bi xetîreyan li dar xist û piştgiriya Berxwedana Serdemê kir.

Meş ji Qada Şehîd Xebat a navenda Bajarê Girkê Legê dest pê kir, li kolanên sereke yên sûka bajêr geriya û li Qada Azadiyê bi dawî bû. Bi sedan ciwanên Çilaxa ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê tevlî meşê bûn û pankartên "Bijî Berxwedana Serdemê" û " Newroza 2018ꞌan li gelê Rojava û gelê Kurd pîroz be" bilind kirin.

Her wiha meşvanan dirûşmeyên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bijî berxwedana YPG/YPJꞌê" berz kirin.

(dr)

ANHA