Fermandarê QSDʹê: Em ê bersiveke tund bidin dagirkeran

Fermandarê QSDʹê: Em ê bersiveke tund bidin dagirkeran
20 adar, 2018   17:24

TEBQA – Fermandarê QSDʹê di merasîma oxirkirina 3 cangoriyên azadiyê de axivî û da zanîn ku dê bersiva li dijî êrîşên dagirkeriyê tund be. 

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê, bajarokên Mensûra û Cerniyê beşdarî merasîma oxirkirina 3 şervanê QSDʹê Ehmed Cedî, şervanê YPGʹê Beşar Ewad û şervanê Erka Xweparastinê Mueyed Nindî bûn.   

Girseya gel cenazeyên cangoriyan ji nexweşxaneya Wetenî ya bajêr wergirtin û ber bi Goristana Şehîdên Tebqayê ve ketin rê. 

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêz û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Fermandarê QSDʹê Zinar Kobanê axivî û da zanîn ku ew ê bi tundî bersiva êrîşên dagirkeriyê bidin.ʺ 

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz ê Tebqayê Hamid Ferec axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û da zanîn ku ew ê heta serketinê şopdarên riya şehîdan bin. 

Hevseroka Komîteya Parastinê ya Tebqayê Fatma Reşo jî destîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk mal û milkên gelên Efrînê talan dikin û wiha got, ʺÇeteyên ku navê artêşa azad li xwe dikin, malên sivîlan talan dikin û zulma li gel xwe wekî rizgarkirinê bi nav dikin.ʺ

Di dawiyê de nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û  gel nimêja cenaze kirin.

(mm)

ANHA