362 endam tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn

362 endam tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn
362 endam tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn
20 adar, 2018   12:23

GIRÊ SPÎ – Li Akademiya Şehîd Idrîs Mihemed a Hêzên Ewelkariya Hundirîn a navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî dewreya 20`an bi dawî kir. 

Dewreya Ş.Umer  Elûş ku bi tevlîbûna 362 endaman ji hemû pêkhateya beriya niha bi deh rojan hate destpêkirin. Di dewreyê de waneyên birdozî û leşkerî hatin dayîn.

Merasîma dawîkirina dewreyê bi toraneke leşkerî ji aliyê endamên dewreyê ve hate destpêkirin. Paşê , endamên ku tevlî perwerdê bûn soza parastinê welat û mafê mirovan xwarin.

Rêveberiya Akademiyê Ferzed Ebdî axivî û bidawîkirina perwerdeyê li hemû endaman pîroz kir.

Rizgar Mihemd ku dewreya  xwe bi dawî kiriye, got ku ew ji bo parastina welat het tim amade ye.

(hh)

ANHA