Rojeva rojnameyên Erebî çi ye?

Di weşanên rojnameyên Erebî yên îro derketine, mijarên wekî, li Efrînê talankirinê ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve, îdîayên sextet yên Erdogan, îtîrafên Rûsiyê bi komkujiyên xwe yên li Xûtaya pêk anîn derketine pêş, hin rojnameyan bal kişandin ser pêşveçûnên li Lubnan û Yemenê.

Rojeva rojnameyên Erebî çi ye?
20 adar, 2018   10:52

NAVENDA NÛÇEYAN – Di weşanên rojnameyên Erebî yên îro derketine, mijarên wekî, li Efrînê talankirinê ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve, îdîayên sextet yên Erdogan, îtîrafên Rûsiyê bi komkujiyên xwe yên li Xûtaya pêk anîn derketine pêş, hin rojnameyan bal kişandin ser pêşveçûnên li Lubnan û Yemenê.

Kiryarên li Efrînê rûyê rast ê xîtabên Erdogan eşkere kir

Rojnameyên Erebî bal kişandin ser geşedanên li Xûtaya Rojhilat û Efrînê. Li ser vê yekê rojnameya Şeriq El-Ewset sernavên "Rêjîm bang li Tikriyê dike ku ji Efrîn vekişe" û "Mûxalifên Ereb û Kurd talankirinên li Efrînê şermezar dikin" avêt.

Rojnameya El-Ereb jî nivîseke bi sernavê "Kiryarên talankirin û tirsandinê li Efrînê rûyê  rast ê Tirkiyê eşkere dike" avêt. Di nivîsê de wiha hate gotin, "Wêne û dîmenên talakirina milkên taybet û giştî, rûxandina peyker û tirsandina  sivîlan ji aliyê hêzên Tirk û çekdarên Sûrî yên ku destekê ji Tirkiyê digirin, li Efrînê cîhan matmayî hişt. Li gorî hiqûqnasan ev yek sexteyên îdîayên Tirk ku dixwest tevgera xwe di herêmê de rawa bike û bi navê rizgarkirina sivîlên Efrînê ji terorîstên Kurd, derxist holê."

Rojnameyê ji çavdêran "Tiştê ku Efrînê rû dane ji bo cîhanê kirîzek bû."

Baweriya tu kesî bi Tirkan nayê

Girêdayî rewşa mirovî li Efrîn, rojnameya El-Qudis El-Erebî  nivîseke bi sernavê"Xaça Sor a navnetewî daxwaze dike biçe Efrînê" weşand û ev titş got "Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor, roja duşemê daxwaz kir ku xwe bighîne sivîlên li Efrînê ku piraniya wan Kurd in û hişyariya da ku baweriya wan bi karmendên alîkariyê yên Tirk ku li Efrînê ne nayê. Li gorî Serokê Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor Peter Maurer; rêjeya baweriyê Kurdên Efrînê bi karmendên Xaça Sor a Tirk li Efrînê daket sifir û destnîşan kir ku girîng e Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor bi xwe derbasî Efrînê bibe."

Rûsiya îtîraf bi beşdarbûna xwe di sûcên li Xûtayê dike

Li ser rewşa li Xûtaya Rojhilat, rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Mosko û Şam li ser serkeftina li Xûtayê di pişgirkê de ne" avêt. Di nivîsê de hate gotin "Piştî ku rêjîma Sûriyê ji sedî 80 ji Xûtayê girtin û 73 hezar sivîl jê hatin derxistin, Mosko û Şam li ser pêşveçûnên li Xûtayê di nava pişbirkekê de ne. Çavkaniyên ser bi rêjîma Sûriyê lîsteyek ji 545 navên leşkerên rêjîmê, di nav de 35 leşkerî Rûsî ku ji destpêka şerên li Xûtayê beriya 18 mehan hatine kuştin, belav kir."

DAIŞ  ji nû ve vedigere

Rojnameya El-Heyat bal kişand ku DAIŞ ji nû ve zindî dibe, û di nivîsa xwe ya bi sernavê "Di şerên li Dêrazorê, DAIŞ 14 çekdarên girêday rêjîmê kuştin" de diyar kir ku li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, li gundewarên parêzgeha Dêrazorê û bejahiya Humis ya li beramberî parêzeha Dêrazorê di navbera rêxistina DAIŞ‘ê û hêzên rêjîmê û alîgirên wê şer rû da, di saetên dawî de, 14 çekdarên alîgirên rêjîmê hatin kuştin.

Bexda mûçeyên karmendên li hikûmeta herêmê belav dike û cîgirên kurd daxwaza bersivdayîna derbasbûna Tirkiyê dikin

Ji rojnameyan behsa têkiliyên di navbera Bexda û Hewlerê, El-Heyat nivîseke bi sernavê "Bexda dest bi belavkirina mûceyên karmendên li Kurdistanê dike" weşand.

Di nivîsê de hate gotin "Hikûmeta Iraqê ku careke yekemîn piştî demeke dirêj, nêz dibe ku serweriya xwe li ser tavahî herêma Kurdistanê vegerîne, ragihand ku  wan dest bi belavkirina mûçeyên karmendên hikûmeta herêma Kurdistanê bike."

Rojnameyê her wiha diyar kir ku nûnerên Kurd diyar kirin ku hêzên Tirk dirêjahiya 20 km derbasî xaka Iraqê bûne û daxwaz ji hikumeta Iraqê kir ku bersiva "Dijminahiya Tirkiyê" bidin û xaka Iraqê biparêzin.

Nakokiyên hevbendiya hilbijartinan a 8‘ê Adarê

Derbarê Lubnanê, rojnameya El-Şeriq El-Ewset nivîsek di bin sernavê "Lubnan: nakokî bi avakirina lîsteyên 8‘ê Adarê bi encam dibe" weşand. Di nvisê de wiha hate gotin "Di hilbijartinên Lubnanê de, berjewendiyên hêz û partiyan derketin pêş. Heger ku ev berjewendî zû yekrêziya hêzên 14‘ê Adarê ji hev dûr xist, nakokiyên yekrêziya partiyên 8‘ê Adarê ku Hizbullah serkêşiya wê dike dest pê kir. Yekrêziya Partiyan heta niha nedikarî lîsteyên xwe amade bike û radestî Wezareta Hundirîn bike, tevî ku dema bidawîbûnê nêzî bûye.

Heyeta Ewrupa serdana Sena dike û Lundun piştgiriya xeta aşîtiyane dike

Rojnameyên Erebî bal kişand ser zextên doplomasiyên rojavayî yên li ser Hêzên Hûsiyîn yên ji bo çareserkirina aloziya Yemenê. Di vê derbarê de rojnameya El-Ereb nivîsek bi sernavê " Li Yemenê nîşaneyên nû yên aştiyane, piştî serdana heyeta Ewropî ji bo Senayê derdikeve" weşand.

Di nivîsê de hat gotin "Heyeta Ewropî  duşemê serdana paytexta Yemen Senayê kir, çavkaniyên doplomasî diyar kirin ku armancên xwe ji dosya mirovî û siyasî bêne çareserkirin. Nîqaş bi awayekî berfireh di  navbera 18 welatên grantorên çareserkirina aloziya li Yemenê pêk hat. Gelek çavkanî behsa piştgiriyeke muhtemel ji aliyê Lundunê ji bo diplomat  Griffith da ku dest bi çareseriya aştiyana ya Yemenê bike."

Rewşa Filistînê

Derbarê rewşa Filistînê, rojnameya El-Heyat sernavê " Îsraîl karmendek ji qunsulxaneya Fransayê bi derbaskirina çekan ji bo Filistîniyan tewanbar dike" avêt, rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî sernavê "Niştecihên li bajarokeke li Bakurê Qudisê daxwaz dikin ku Filistînî ji bajarokê derkevin" avêt.

Di nivîsê de hate gotin "Niştecihên li bajaroka Hezma ya li Bakurê Qudisê bi gotinên ‘Em kesên biyanî li ser erdê Israîlê naxwazin, ey dijminên xwedê cihê we li vir tuneye‘ banga derketina Filîstiyan kirin. Li aliyekî din hêzên dagirker li gundekî 5 ciwan girtin. Seroka Şaredariya Hezma Semer Selahedîn ragihand ku komeke ji niştecihan hewl dan êrîş 3 mala li bajarokê bike ku li leşkeran vedigere, kirin, piştî hewldan têk çû, niştecihan dirûşmeyên nejatperestiyê li ser dîwaran dinivisandin û dolabên 4 erebeyan xirab kir. li ser vê jî hêzên dagirker avêtin ser malan û 5 ciwan girtin, navê wan, Welîd El-Xeteyîb, Hemûda Meqbûl, Mihemed Esker, Hemûda Esker û Sultan Selahedîn."

(bb)

ANHA