'Efrîn rastiya planên dewleta Tirk eşkere kir'

'Efrîn rastiya planên dewleta Tirk eşkere kir'
20 adar 2018   04:06

SALIH EL-CEQAL

TIL KOÇER- Yek ji şêxên qebîleya Şemr ên herêma Cizîrê Sitim Serhan diyar kir ku Artêaş Tirk dagirkere û destnîşan kir şerê li Efrînê rastiya pîlanên dewleta Tirk ên dagirkeriyê eşkere kir.

Yek ji şêxên qebîleya Şemr ên herêma Cizîrê Sitim Serhan derbarê êrîşa Artêşa Tirk a li ser herêma Efrînê ji ajansa me re axivî û got ku dewleta Tirk li dijî sivîlên Efrînê komkujî pêk anîn û ev titş anî ziman: "Konseya Ewlekariyê û dewletên cîhanê beranberî komkujiyên wan bê deng in. Ev şeremeke mezin ji civaka navdewletî û Konseya Ewlekariyê ye"

Serhan di berdewama axaftinên xwe de jî da zanîn ku rakirina ala dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê neyê qebûlkirin û wiha dom kir: "Ev dagirkerî û êrîşa li ser xaka Sûriyê ye. Bajarê Efrîn beşek ji xaka Sûriyê ye û jê nayê parçekirin, Artêaş Tirk hêzeke dagirker e û dixwaze di navbera pêkhateyên Bakurê Sûriyê de tevliheviyê derbixe."

Serhan her wiha bal kişand ser îdayên dewleta Tirk ên li ser QSD'ê û destnîşan kir ku QSD'ê hêza ku xaka Sûriyê ji terorê xilas kirye û ew kurên Bakurê Sûriyê ne, ne teroristin wekî dewleta Tirk îda dike.

'Eşîrên ereban dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin'

Serhan her wiha destnîşan kir ku hemû eşîreyên ereban ên herêma Cizîrê û tevahiya Bakur û Sûriyê qebûl nakin ku dewleta Tirk beşek ji xaka Sûriyê dagir bike û ev tişt anî ziman: "Em eşîryên ereban û hemû gelê Bakurê Sûriyê qebûl nakin ku ne dewleta Tirk û ne tu aliyên din xaka Sûriyê dagir bike, em ê bi hemû hêza xwe li dijî dagirkeriya wê derkevin."

şêxên qebîleya Şemr ên herêma Cizîrê Sitim Serhan di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû şêniyên Bakurê Sûriyê kir ku bi yek destî li dijî dagirkeran derkevin.

(dc)

ANHA