Rejîma Sûriyê xwest ku dagirkeriya Tirk ji Efrînê derkeve

Rejîma Sûriyeyê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kir û daxwaz kir ku tavilê derbikeve.

Rejîma Sûriyê xwest ku dagirkeriya Tirk ji Efrînê derkeve
19 adar, 2018   18:41

NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Sûriyeyê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kir û daxwaz kir ku tavilê derbikeve.

Li gorî ajansa nûçeyan a Sana yê, di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Karê Derve ve hate kirin de wiha tê gotin; “Sûriye dagirkeriya Tirk a li Efrînê û sûcê kirî şermezar dike.”

Wezaretê wiha jî got; “Hêzên dagirker divê tavilê xakên li Sûriyeyê dagirkirî derbikeve.”

Ji bo Sekreterê Giştî yê NY û Serokê Konseya Ewlehiya NY ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê bi vê daxwazê name hatine şandin.