Alîkarî ji bo Efrînê tê komkirin
QAMIŞLO – Şaredariya Gel û bi hevkariya meclîs û komînên herêm Dêrikê li ser banga Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a bi armanca destek dayîna şêniyên Efrînê, dest bi komkirina alîkariyan kir.
Hemleya alîkariyê bi armanca destekdayîna şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji malên xwe derketin duh destspê kir.
Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê Hisên Adem got ku komîteya komkirina alîkariyan ji endamên meclîs, navçe û gundên herêmê pêk tê.
(bx)
ANHA