Yekem dewreya Tîmên Ambulans û Awart bidaw bû

Yekem dewreya Tîmên Ambulans û Awart bidaw bû
19 adar 2018   11:33

TEBQA – Akademiya Şehîd Mûsa El-Ehmed a Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Tebqayê yekem dewreya Tîmên Ambulans û Awarte bi navê dewreya şehîd Şoreş bi merasîmekê bi dawî kir.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a herêma Tebqa, Hevserokên Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqa Rewşen Hemê û Hamid El-Ferec, Rêveberên Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên herêma Tebqa û Reqayê û QSD`ê beşdarî merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.

Merasîma bidawîkirina dewreyê li Akademiya Şehîd Mûsa El-Ehmed hate lidarxistin.

Di merasîmê de, Hamid El-Ferec wiha axivî "Em vê dewreyê li hemû endamên ku tevlî dewreyê bûne, pîroz dikin. Em di kar û xebatên wan de serkeftinê ji  we re dixwazin. Em Berxwedana Serdemê û berxwedana şervanên QSD`ê ku li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê silav bikin."

Dewreya perwerdeyê bi tevlîbûna 30 endamî hate destpêkirin. Di dewreyê de waneyên tenduristî û destwrdanên lezgîn hate dîtin. Dewreya perwerdeyê zêdetirî du mehan berdewam kir.

Her wiha Hevseroka Komîteya Hundirîn a Herêma Tebqayê Kefa Sencar axivî û bidawîkirina perwerdeyê li hemû endamên ku tevlî dewreyê bûne pîroz kir.

Ji aliyekî din ve yek ji fermandarên Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Reqayê Îskender Îsa li ser Berxwedana Serdemê axivî û da zanîn ku Efrîn li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe da û dersên di berxwedanê de da artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û heta niha jî berxwedanî bi hemû hêza xwe dewam dike.

Di dawiyê merasîma bidawîkirina dewreyê de endamên ku tevlî dewreyê bûne sond xwarin,   herwiha endaman bawernameyên xwe wergirtin.

Di vê çarçoveyê de Rêveberê Tîmên Ambulans û Awarte yê Bakurê Sûriyê Eyûb Sadûn  da zanîn ku armanca wan ji vê dewreyê parastina sivîla ne.

Hêjaye gotinê ku şehîd Şoreş yek ji şervanên HAT`ê bû û di pêngava rizgarkirina herêma Tebqayê de şehîd bû.

(bx)

ANHA