Du şehîdên Bagera Cizîrê li Hesekê hatin oxirikin

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê du şervanên YPG`ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne bi mersaîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ya girêdayî bajarê Hesekê oxir kirin

Du şehîdên Bagera Cizîrê li Hesekê hatin oxirikin
18 adar 2018   14:00

HESEKÊ – Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê du şervanên YPG`ê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne bi mersaîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ya girêdayî bajarê Hesekê oxir kirin.

Şêniyên bajarê Hesekê cenzeyên şervanên YPG`ê Ela Ehmed(Roj Hol) û Cewîd Îbrhîm(Cewîd) ji ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi karwnekî ji erebeyan ber bi goristanê ve ketin rê.

Karwanê şehîdan bi wêneyên şehîdan hate xemilandin.

Li goristanê, merasîma oxirkirinê bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û Erka Xweparastinê ve destspê kir. Paşê, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Hesen axivî û sersaxî ji malbata herdû şehîdan re xwest.

Hisên di axaftina xwe de got ku bi saya şervanên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kirin herêm bi ewlehî û aramî dijî û herêm ji çeteyan rizgar kirin.

Paşê, şervana YPJ`ê Tolîn Nîdal axivî û got "Em hemû şehîdên ku ji bo ku welatê xwe rizgar bikin canê xwe feda dikin, bi bîr tînin."

Tolîn di dawiyê de soza şopandina riua şehîdan heta serkeftinê da.

Her wiha birayê şehîd Cewîd axivî û ev tişt anî ziman "Pêwîste ku mirov bi azad bijî û bi ser bilindayî ji bo parastina axa welatê xwe canê xwe jî feda bike." 

Ji aliyekî din ve bi navê malbata şehîd Roj Hol Rêveberê Kampa Holê Xidir Salih Xidir ev tiş got "Em bi şehadeta kurê xwe ser bilindin. Îro her kes ji bo axa welatê xwe canê xwe feda dikin û ev yek mînaka yekîtiyê ye."

Xidir balkişand ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê û got ku bi sedan zarok û jin di encama wê de şehîd bûn.

Xidir diyar kir ku şervanên wan bi îradeyeke pir xurt li hember balafirên Erdoganê faşîst li ber xwe didin.

Di dawiyê de Xidir bang li Meclîsa Ewlehî ya Navdewletî kir ku hesab ji Erdoganê bixwazin.

Piştî axaftinan wesîqeta her du şehîdan ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên herdû şehîdan hatin kirin

Cenazyê herdû şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan de hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA