‘Efrîn jî dê wek Kobanê bibe gora Erdogan’

 ‘Efrîn jî dê wek Kobanê bibe gora Erdogan’
 ‘Efrîn jî dê wek Kobanê bibe gora Erdogan’
18 adar 2018   14:52

BÊRÎTAN MEDÛSA / SOZDAR CEMÎL

QAMİŞLO - Gelê Qamişlo yê ji bo piştgiriya gelê Efrînê daketin qadan diyar kirin ku çawa Kobanê di qedeyên dawî de bi ser ket, dê Efrîn jî bi ser bikeve û bibe gora Erdogan.

Gelê Qamişlo ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser gelê Efrînê, daketin qadan. Gelê Qamişlo diyar kir ku ew bi gelê Efrînê yê ku 59 roje di bin bombebarankirina firokeyên dewleta Tirkiyê li ber xwe didin re ne.

Gelê ku daketîn qadan diyar kirin ku Efrîn neketiye û li ber xwe dide. Meşvanên Qamişlo ku derketîn qadan ji ANHA’yê re axivîn.  

‘Em zarokekî veşêrin, em ê yekî din bînin cîhanê’

Meşvana bi navê Leyla Tahir diyar kir ku ew îro ji bo Efrînê li ser piyanin. Leyla bal kişand ser qetilkirina zarokên Kurdan û wiha pêde çû: “Em ji Erdogan re dibêjin, zarokên me xilas nabin. Em yekî veşêrin, em ê yekî din bînin cîhanê. Ew mezinahiya xwe li ser zarokan dide nîşandan. Em ji mirinê natirsin. Erdogan dixwaze gelê Kurd ji Efrînê koç bike. Lê her dilopek xwîn a li Efrînê, her kevirek, her zeytûnek bang dike û dibêje ʹez Kurdimʹ. Dê bayê xwîna zarokên her li wan bide.”

 ‘Dewleta Tirk a Osmanî tu car nikare moralê me bi êrîşên xwe bişkîne’

Meşvana Ermenî Eva Ermeniya jî da zanîn ku êdî pêwîst nake ku ew bêjin êrîş li ser Efrînê heye û wiha axivî: “Cîhan hemû dizane kî êrîş dike û kî li ber xwe dide. Êrîşên dewleta Tirk a Osmanî tu car nikare bi êrîşên xwe moralê me bixe. Em bang li hemû cîhanê dikin ku bila li her derê ji bo Efrînê rabin ser piyan. Ji xwe gelê Rojava hemû li gel Efrînê ye.”

 ‘Kesên ku niha li Stembolê bi Erdogan re rûdinin, ne Kurdin’

Meşvanê bi navê Alî Can jî destnîşan kir ku ew ji bo şermezarkirina Erdoganê Faşîst daketine qadan û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Ne ji niha de Erdogan dijminê Kurdan e. Ev 40 sale li Kurdan dixe. Heta niha bi ser neketiye. Raste niha gelê sivîl ji Efrînê derketiye, lê carnan ji bo mirov di şer de 6 gavan bavêje dê pêngavekî paşde jî bavêje. Li Kobanê jî wisan bû, dê Efrîn jî wek Kobanê ji Erdogan re bibe gor.” Alî ji kesên ku dibêjin “em Kurdin” û li gel Erdogan dirûnin re jî wiha got: “Êrîşa Efrînê ne tenê ji bo Efrînê ye, armanc hemû Kurdin. Kesên li gel Erdogan dirûnin jî ne Kurdin, îro kesên derketîn qadan Kurdin.”

(mm)

ANHA