Şêniyên Reqayê bombebarana nexweşxaneya Efrînê şermezar kirin

Şêniyên Reqayê bombebarana nexweşxaneya Efrînê şermezar kirin
18 adar 2018   06:24

EMÎNA El-ELÎ

REQA – Şêniyên Efrînê bombebarana nexweşxaneya Avrîn a Efîrînê û komkujiyên ku Artêşa Tirk li Efrînê pêk tîne şermezar kirin û ji civaka navdewletî xwestin ku derbarê komkujiyan ji bê dengiya xwe derkevin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê yên terorist ji 20’ê Çile ve êrîşî katnona Efrînê dikin û li dijî sivîlan komkujiyan pêk tîn in. Roja 16’ê Adarê jî balafirên Arêtşa Tirk nexweşxaneya Avirîn bombebaran kir, di encamê de bi dehan welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn.

Welatiyên Reqayê têkildarî mijarê ji ajansa me (ANHA) re axivîn û êrîşa bi tundî şermezar kirin.

Serokê şaredariya Reqayê Ehemed Ibrehîm derbarê bombebarana nexweşaneya Avrîn de wiha got: “Bi boneya salvegera komkujiya Helepça, dewleta Tirk li Efrînê komkujî pêk anîn. Di heman reêjînê de nexweşxaneya Avrîn a Efrnê bombebarankirin. Gelo ev êrîşa li ser Efrînê peyama dewleta Tirk ji hemû xelkên herêmê re ku hebûna me ya li ser xaka me ji ber wan di xeteriyê de ye.”

Ibrehîm di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku wan digot qey DAIŞ ber bi dawî ve diçe û şer rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê Dewleta Tirk bi van karên xwe careke din ewlekariya herêmê û avakirina saziyan binpê dike. Em ê qebûl nekin ku Erdogan ê sûcdar kiryarên xwe bidomîn e. hedefgirtina nexwşxaneya Efrînê sûcekî li dijî nirxên mirovahiyê ye. LÊ em ê tekoşîna xwe û piştigriya bi xelkên xwe yên Efrînê re bidomîn in û em ê li dijî Erdogan û çeteyên wî serî netewîn in.”

Ibrehîm di dawiya axaftina xwe de jî bang li civaka navdewletî kir ku ji bê dengiya xwe erkeve û ev tişt anî ziman: “Banga me ji civaka navdewletî û rêxistinên mafê mirovan re ma rewşa Efîrnê li ber çavaye,çima erka xwe pêk nayîn in û êrîşan nadin rawestandin.”

Welatiyê bi navê Hesen Ehemed jî di destpêka axaftinax we de Komkujiya Helpça bibîr anî û ev tişt anî ziman: “Sûcê li dijî mirovahiyê ku Erdogan pêk tîne û bombebarana nexweşxaneyan, komkujiya Helpça tîne bîra mirov. Ew jî zarok û jinên Efrînê qetil dike, aramnca Erdogan bi van êrîşan ewe ku aramiya herêmê binpê bike.

Ehmed, di dawiya axaftinax we de bang li civaka navdewletî kir ku ji bê dengiya xwe derkevin û derbarê êrîşan helwesta xwe li dijî komkujiyên dewleta Tirk nîşan bidin.

(dc)

ANHA