ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18′ê Adara 2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18′ê Adara 2018
18 adar 2018   04:00

*Şopandina pêşketin û geşedanên êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û berxwedana şervanên QSD’yê û gelê Efrînê ya li dijî êrîşan.

*Dê hemû çalakî û xwepêşandanên xwedîderketina li Berxwedana Serdemê yên li Sûriyê, Kurdistan û hemû cîhanê, werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên bajarê Hesekê şehîdên Bagera Cizîrê li goristana Şehîd Dijwar oxir dikin. Şêniyên navçeya Serêkaniyê jî cenazeyên şehîdên Berxwedana Serdemê li goristana şehîdan a Serêkaniyê oxir dikin. Saet 12.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Li Kantona Kobanê konê piştgiriya Berxwedana Serdemê li ser asta herêma Firatê tê lidarxistin. Kon li qada Şehîd Egîd tê vedan. Saet 09.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Artêşa Tirk bi êrîşa xwe ya hovane ku li dijî Efrînê pêk tîne hemû irif û peymanên navdewletî û qanûnên ku hemû cîhan li ser lihev kirine binpê kirine. Nexweşxane û hemû saziyên xizmetguzarî yên bi jiyana mirovan re eleqedare bombebaran dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Pêkhateyên Qamişlo bê dengiya civaka navdewletî ya derbarê komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Efrînê şermezar kirin û gotin ku ew wekî gelên herêmê bi hemû pêkhateyên wê wê tu carî dagirkeran qebûl nekin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Berdevka Fermî ya Hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdela diyar kir ku hemelya wan a li gundewarên Dêrazorê ya li dijî komên çete yên DAIŞ’ê bi awayekî demkî hatiye rawestandin û wiha got: “Sedema rawestandina Bagera Cizîrê jî kişandina hêzên me ya ji rojhilatê Firatî da ku em bersiva êrîşên Artêşa Tirk bidin. Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser Efrînê dixwaze temenê DAIŞ li herêmê dirêj bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Endamê Berpisyariya YNK’ê Nezîr Berwarî diyar kir ku gelê Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk û komên çete berxwedaneke bê hempa nîşan da û got ku êrîşa li ser Efrînê êrîşa li ser hemû Kurdistanê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên Efrînê bombebarana nexweşxaneya Avrîn a Efîrînê û komkujiyên ku Artêşa Tirk li Efrînê pêk tîne şermezar kirin û ji civaka navdewletî xwestin ku derbarê komkujiyan ji bê dengiya xwe derkevin.

DOSYA

*Neviya Osmaniyan Dewleta Tirk îro li Efrînê komkujiyan pêk tîne, bi hezaran welatiyên kurd ên li Efrînê dimînin di bin metirsîna pêkanîna junistê de jiyan dikin.

PANORAMA

*Dewletên ku navê sîfeta misogerkirina agirbersta li Sûriyê li xwe dikin bi xwe li Xûta Rojhilat û Efrînê komkujiyan pêk tîn in. Di heman demê de behsa destpêkirina şer li herêma başûrê Sûriyê ya navê herêma agirbestê lê hatiye kirin, tê kirin. Di aliyê din jî Serokê Filistînê banga Amarîka ya beşdarbûna wî ya di civîna rizgarkirina Xeza de qebûl ne kir. LI aliyê din aloziya di navbera Rûsiya û Birîtaniya gûr dibe.

ANHA