Li Yûnanistanê xwepêşandan û şewitandina alên Tirkiyeyê

Li Yûnanistanê xwepêşandan û şewitandina alên Tirkiyeyê
6 adar, 2018   10:26

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi sedan welatiyên paytexta Atîna ya Yûnanistanê xwepêşandanek li darxistin û têde alên Tirkiyeyê şewitandin.

Du leşkerên Yûnanistanê ku riya xwe winda kiribûn ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin girtin. Bi armanca şermezarkirina helwesta Tirkiyeyê bi sedan welatiyên paytexta Atîna ya Yûnanistanê xwepêşandanek lidar xistin. Xwepêşanda ber bi sefareta Tirkiyeyê ve çû û li vir alên Tirkiyeyê şewitandin.

Rayedarên Tirkiyeyê herdu leşker di bin hinceta "hewldana sîxurtiyê" de girtin.

(jh)