'Erdogan piştgiriya teroristan kir û ew şandin Sûriyê'
Serokê Buroya Partiya Muhafezekarên Demokratîk ê herêmê Şedadê û rûspiyê eşîreya Cibûr Mehab Hirês diyar kir ku Erdogan bi armanca tevlîheviyê di navbera gelê herêmê de derbixe çete çêkirin û bi çek û pereyan piştgiriya wan kir.
!['Erdogan piştgiriya teroristan kir û ew şandin Sûriyê'](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/201803/111615_hsk-sex-esiri-1.jpg)
HESEKÊ- Serokê Buroya Partiya Muhafezekarên Demokratîk ê herêmê Şedadê û rûspiyê eşîreya Cibûr Mehab Hirês diyar kir ku Erdogan bi armanca tevlîheviyê di navbera gelê herêmê de derbixe çete çêkirin û bi çek û pereyan piştgiriya wan kir.
Mehab Hirês derbarê êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê ji ajansa me (ANHA) yê re aixivî û di destpêka axaftina xwe de êrîşa li ser Efrînê bi tundî şermezar kir û da zanîn ku dewleta Tirk di êrîşên xwe de sivîlan hedef digre û komkujiyan pêk tîne.
Hirês, di berdewama axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: "Em hemû dizanin ku dewleta Tirk û rêberê wê Erdogan bi hemû hêza xwe piştgiriya komên çete yên di Sûriyê de şer dikin, kir û hîn jî dike û wiha dom kir: "Erdogan çete bi çek kirin, piştgiriya wan kir û ew derbasî Sûriyê kirin. ÇEteyan jî mal û milkên Sûriyê talan kirin û tevlîhevî di navbera pêkhateyên Sûriyê derxistin."
Hirês her wiha Berxwedana şêniyên Efrînê û şervanên QSD'ê ku êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê vala derxistin silav kir û wiha got: "Êrîşa wan ne tenê li dijî gelê kurd e, lê belê ew hemû gelên Sûriyê hedef digirin. Ji destpêka aloziya Sûriyê Efrîn herêmeke aram û bi ewle bû. Bi hezaran koçberên ji gelek herêmên Sûriyê berê xwe dan Efrînê û ewlekariya xwe li wir dîtin. Her kesê ji ber çeteyên Erdogan malên xwe terik dikirin, diçûn Efrînê."
Serokê Buroya Partiya Muhafezekarên Demokratîk ê herêmê Şedadê û rûspiyê eşîreya Cibûr Mehab Hirês di dawiya axaftina xwe de jî got ku gelê Şedadê deyndarên şervanên QSD'ê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şervanên QSD'ê em ji teroristan rizgar kirin û mafên me yên windayî ji nû ve vegerandin. Em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya berxwedana wan bikin."
Hirês di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû gelê herêmê kir ku li dijî êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yekîtiya xwe xurt bikin.

(dc)
ANHA