Li Astana toreyeke nû ji bo pavekirina Sûriyeyê

Wezareta Karên Derve ya Kazexistanê ragihand ku wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê dê di 16'ê Adarê de careke din lihev bicivin û Sûriyeyê di nava hevûdu de parve bikin.

Li Astana toreyeke nû ji bo pavekirina Sûriyeyê
6 adar 2018   10:00

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Karên Derve ya Kazexistanê ragihand ku wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê dê di 16'ê Adarê de careke din lihev bicivin û Sûriyeyê di nava hevûdu de parve bikin.

Wezareta Karên Derve ya Kazexistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gorî agahiyên ji hersê dewletên îdîaya misogerkariyê di Sûriyeyê de dikin Îran, Tirkiye û Rûsyayê hatine, wezîrên wan ên karên derve dê di 16'ê Adarê de li Astana bicivin.

Li gorî daxuyaniyê beşdarên civînê dê encamên salekê yên hevkariyê binirxînin û dê hin tedbîrên nû werbigirin.

Di giştî salekê de 8 toreyên civînan li Astana di derbarê aloziya Sûriyeyê de hatin meşandin. Lê di encama van civînan de ti çareserî ji trajediya Sûriyeyê re nehat peyda kirin û berûvajî wê hewl dan berjewendiyên Rûsya, Tirkiye û Îranê biçespînin û dagirkerî di bin navê "herêmên kêmpevçûn" de rewa kirin.

Berjewendiyên van hersê dewletan di kuştina welatiyên Sûriyeyê de rastî hevûdu hatin. Di dema ku Îran û Rûsya li Dêrazorê mijûl bûn û welatiyên wê koçber kirin, Tirkiyeyê Idlib dagir kir û bi lihevkirina bi Rûsyayê re hewl dide Efrînê jî dagir bike.

Lê berjewendiyên van hersê dewletan hatin guhertin. Rûsya û Îranê berê xwe ji Idlibê ber bi Xota El-Şerqiyê ve birin û li şûna wê Tirkiyeyê berê xwe da Efrînê ku niha welatiyên sivîl li Efrîn û Xota El-Şerqiyê li ser destên Rûsya, Tirkiye û Îranê rastî qirkirinê tên û civaka navnetewî jî li hemberî van buyeran bêdeng e.

Tevî ku civaka navnetewî di 24'ê Sibatê de biryara agirbesta 30 rojan li Sûriyeyê pesend kir, lê evan dewletên ku îdîaya misogerkariya di Sûriyeyê de dikin hêjî hovîtiya xwe berdewam dikin û hewl didin dîmografiya herêmê biguehrînin.

(jh)