'Jinên Bakurê Sûriyê qeyd şikandin'

Jinên kantona Şehba ya herêma Efrîn destnîşan kirin ku jinan di hemû aliyên jiyanê de xwe baş birêxistin kirin û dane diyarkirin ku rola jinên Bakurê Sûriyê di destkeftiyênê hemû qadên tekoşînê de hebû. Jinan her wiha dane zanîn ku jinan li Bakurê Sûriyê hemû qeyd û zincrên di bin navê hin adetên civakî li wan hatibû ferizkirin, şikandin.

'Jinên Bakurê Sûriyê qeyd şikandin'
'Jinên Bakurê Sûriyê qeyd şikandin'
'Jinên Bakurê Sûriyê qeyd şikandin'
'Jinên Bakurê Sûriyê qeyd şikandin'
6 adar 2018   09:58

ARŞÎN NECAR

ŞEHBA- Jinên kantona Şehba ya herêma Efrîn destnîşan kirin ku jinan di hemû aliyên jiyanê de xwe baş birêxistin kirin û dane diyarkirin ku rola jinên Bakurê Sûriyê di destkeftiyênê hemû qadên tekoşînê de hebû. Jinan her wiha dane zanîn ku jinan li Bakurê Sûriyê hemû qeyd û zincrên di bin navê hin adetên civakî li wan hatibû ferizkirin, şikandin.

Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê roja jinan, jinên herêma Şehbayê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku jinên Bakurê Sûriyê hemû qeyd û bendên hatibûn ferizkirin şikandin û di hemû aliyên jiyanê de pêşengtî kirin.

Hevseroka Komîteya Rêveber a Meclîsa katnona Şehbayê Nêrmîn El-Hesen axivî û got ku roja 8'ê Adarê derfeteke ku jin balê bikşîne ser tekoşîna xwe û ev tişt anî ziman: "Jin di nava hewldanan de ye ku nifşên civakê rabike û bike xwedî îradeyeke azad. Jin her wiha ji bo tenduristiya civakê pêş bixe û pêşxistina wê biparêze bê navber di hemû qadên jiyanê de tekoşînê dide meşandin."

Nêrmîn her wiha bal kişand ser rola jinan di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ragîhandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî rola wê di pêşxistina jinan de hebû. Jinan di çarçoveya rêveberiyê de karîbûn xwe birêxistin bikin û di qadên siyasî, civakî û leşkerî de pêşengtiyê bike û rêxistina xwe pêş bixe."

Jina bi navê Muna El-Ehmed 8'ê Adarê li şervanên YPJ û hemû jinan pîroz kir û ev tişt anî ziman: "Em bejna xwe beranberî şehîdên Berxwedana Serdemê ditewîn in, em serkeftinên jinan û bi taybet şervanên YPJ yên di eniyên şer ên pêş de silav dikin."

Endama Mala Jinê ya Kantona Şehbayê Suheyla Mihemed jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: "Jinan di hemû qadên jiyanê de xwe isbat kirin. Rola jinan di destkeftiyên Bakurê Sûriyê de pêşeng bû. Pîrozbûna dayîkan ew ku zarokên xwe ji bo parstina welat diyar dikin. Ev qehremanî û berxwedana dayîkan nîşan dide. Berxwedana û nirxên jinan her wiha di tekoşîna Şehîd Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û sedean şehîdên jin de diyar dibe."

Endama Rêveber a Yekîtiya Jinên Şehbayê Recab Cobo jî wiha axivî: "Pirojeya Netewa Demokraîtk riya herî rast ku mafê jinan misoger dike ye. Wiha maf û erkên herdû zayendan dibe wekî hev. Ev di hilbijartinên ku li Bakurê Sûriyê hatin lidarxistin de baş diyar bû."

Xebatkara Çapemeniyê ya bi navê Neda El-Hisên diyar kir ku jinên Bakurê Sûriyê hebûna xwe di hemû qadên jiyanê de diyar kirine û wiha got: "Ev yek piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê baş hate diyar kirin. Jinan karîbû li dijî hemû irf û adetên civakê yên na baş xwe rizgar bike. Berê karê jinan tenê di malê de sînordar bû, lê niha jin bûne bingeha dîrokê dinivîs in. Bi taybet şehîdên wekî Barîn Kobanê, Avesta Xabûr û beriya wan Arîn Mîrakan ev yek isbat kirine."

(dc)

ANHA