Artêaş Tirk 5 şûnwarên dîrokî û 27 navendên giştî ruxandiye

Artêaş Tirk 5 şûnwarên dîrokî û 27 navendên giştî ruxandiye
3 adar 2018   21:01

NÛRHAT HESEN-EKREM BEREKAT

EFRÎN – Çekên ezmanî û topên Artêşa Tirk a dagirker beşek mezin ji binesaziya Herêma Efrînê ruxandin. Armanca dewleta Tirk ji van êrîşan ew ku gelê Efrînê ji warê xwe koçber bibe, Dibistan, saziyên bajar ên gitî û cihên xizmetgozarî jî rastî êrîşan hatin. DI heman demê ArtêşTirk û çeteyên şûnwarên dîrokî jî jî hedef girtin. Êrîşa li se Efrînê hîn jî didome.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 20’ê çile ve êrîşî herêma Efrînê dike. Di êrîşa xwe de hemû cûreyên çekên giran bikar tîne. Di encamê de şûnwarên dîrokî jî di nava de gelek sazî û navendên ku binesaziyên herêmê saz dikirin topbaran kirin. Bendava Meydankê jî di nava de Artêşa Tirk 27 navend û saziyên herêmê kirin armanca. Saziyên hatin topbaran û bombebarankirin jî ev in: Bendava Meydankê, Stsyona belavkirina avê, Rawestgeha Tirênê, du navendên serjêkirina berxan û a mirîşkan, kargeha givaştina zeytûnan, sê firneyên navçeya Raco, Navenda Heyva Sor a Kurd, her wiha 11 dibistan hatin ruxandin, sê mizgeft, navendad zarokan (Rewda), her wiha 318 dibistan ji xizmetê derketine. Ji bilî vê zirareke mezin di mal û milkên welatiyan de çêbûye.

Di bin topbaran û bombebarana ArtêşTirk de ekîba Ajansana em karîbû binpêkirinên Artêşa Tirk û çeteyên wê ji nêzî ve bişopîne û bi foto û dîmenan belge bike. Cihên hatin topbaran û bombebarankirin hatin ziyaretkirin.

Cihên dîrokî..

Girê Ên Darê

Artêşa Tirk a dagirker Perzgeha Girê Gundê Ên Darê ya li başûrê bajarê Efrînê di roja 27’ê çile de bi balafiran bombebaran kir. Perzegeha ku şûnwarekî dîrokî ye bi temamî hate ruxandin û parçeyên wê yên dîrokî belav bûn.

Perezgeha Ên Darê yek ji şûnwarên dîrokî yên herî girîng ên li ser asta Sûriyê ye. Ji aliyê rêxistina UNESCO ve wekî yek ji giringtirîn cihên dîrokî yên li Sûriyê ye hatiye destnîşankirin.

Dîroka wê vedigere serdema Hisiyan (gelê Hind Ewerûpî) ya sala 1200 BZ  li ser rêbaze Hûrî-Mîtanî yên di salên di navbera 700-1200 beriya zayînê li Sûriyê belav bûne, hatiye lêkirin.

Nebî Hûrî (Sîros)

Dîroka wê vedigere serdema Hûriya sala 3500 BZ, rêxistina UNESCO wê wekî yek ji cihên dîrokî ya li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn pênase kiriye. Gelek nav ji vî cihî şûnwarî re heye, niha navê wê Nebî Hûriye, di serdema Yonaniyan de navê Seryos lê hate kirin. Her wiha navê Ecîabols an bajarê herdû pîrozên bi navê Kozma û Demîanos ên li ser gorên wan kenîse hatine çêkirin. Di heman demê de kenîseya Seman El-Xeyûr tê de heye, ew tê de hatiye definkirin.

Di vî cihê dîrokî de kolana sereke, serşok û cihê gerimkirinê heye. Li aliyê başûr-rojava jî gora Nebî Hûrî heye. Gor bi şeklê şeşkoşe hatiye amadekirin, di meydana goristanê de jî Mizgefteke ku dîroka wê 1859 Z. heye.

Di salên di navbera 312-64 BZ de ji ber cihê wê yê stratejîk hêzên Yonan tê de xwe bi cih kirin. Herêm zû pêş ket. Li wir pere dihatin çêkirin. Di heman demê de cihekî girîng a olan bû, li wir navenda perezgeh hate çêkirin.

Ev cihê dîrokî çend caran ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wê ve hate topbarankirin û bombebarankirin. Di encamê de beşek ji dika şano ya Romanî hate ruxandin, herwiha derdora qubeya 6 koşe ruandin çêbû. Topbaran û bombebaran li ser wê herêmê hîn jî didome.

Perezgeha Romanî ya li gundê Kalota

Perezgeh li gundê Kaloa ya 30 kîlometreya başûrê bajarê Efrînê ye. Perezgeh di sê rojên destpêkê yên êrîşa Artêşa Tirk de hate bombebarankirin. Di encamê de beşê wê yê rojava hate ruxandin. Di heman demê de dîwarê wê yê başûr ber bi derve ve derket.

Perzgeh di sedsala duyemîn a Zayînê de ji aliyê Roma ve hate avakirin. Di sedsala 4’an a zayînê de Qidîs Marmarûn li wir jiyan kir. Marmaron yek ji girîngtirîn kesayetên Sûriyan li Sûriyê ye. Xiristyaniyan Perezge veguhertin Kenîse. Mamorn li wir mezin bû, paşê berê xwe da gundên Kefer Nebo û li wir jiyana xwe ji dest da.

Di serdema Islamê de Hemedaniyûn wê kirin Keleh û xwe tê de parastin. Ji ber cihê wê stratejîke û li ser herêmeke berfirehe.

Gundê Elbîska

Gundê Elbîska 40 kîlometreyan li bakur-rojavayê bajarê Efrînê dikeve. Li se sînorê Tirkiyê ye, di gund de gelek cihên dîrokî û şûnwar hene, wekî keleh û perezgeh ku vedigerin serdema Romaniyan.

Balafirên Artêşa Tirk a dagirker ew jî di roja 23’yê çile de bombebaran kir. Di encamê de bi temamî hate ruxandin, parçeyên wê li gelek cihan belav bû,niha tu hebûna wê nemaye. Tu kes nikare nêzî gund bibe, ji ber ku Artêşa Tirk û çeteyên wê gund topbaran dikin.

Gundên Kolpe

Gundê Kolpe ya dîrokî, gelek kenîse û perezgehên dîrokî lê hene. Gund 15 kîlometreyan li başûr-rojhilatê bajarê Efrînê ye. Çend caran dewelta Tirk gunnd bi balafiran bombebaran kir. Di encamê de komkujî pêk anîn û 8 welatiyên sivîl şehîd bûn û 7 birîndar bûn. Ev êrîş jî di 28’ê meha çile de pêk hat.

Gundên Kolpe jî mîna gundê Elbîkê ye, şûnwarên wê yên dîrokî pir in, kenîse û perezgehê di serdema Romaniyan de lê hatine çêkirin.

Cihên xizmetguzarî

Ci jihên herî girîng ku balafirên ArtêşaTirk bombebaran kirin bendava Meydankê û 2 stasyonên belavkirina Avê ya li gundê Kefer Sefrê ya herêma Cizndirêsê  û ya gundê Metîna ya navçeya Şere ne.

Balafirên şer û topên Artêşa Tirk Bendava Meydankê  bombebaran kir, ji xwe Bendav ji bendavên ku metrsîn li ser heye ku were ruxandin. Di bombebarana yekem de stasyona wê ya belavkirina avê hate ruxandin. Ji ber vê yekê av li ser kenala avdanê ku derdroa 50 kîlometreî di Efrînê de digere û beşek mezin ji zeviyên herêmê jê têne avdan hate ruxandin.

Di heman demê de Artêşa Tirk bi topên xwe navenda belavkirina ava vexwarinê ya herêma Efrînê ku li gundê Metîna ye topbaran kir. Topbarana navendê saet di roja 7’ê sibatê de pêk hat. Di encamê de gelek zirar tê de çêbû, ew bû jî bû sedema ku ava vexwarinê ji ser Efrînê qut bibe. Saziyên xizmetguzariyê bi lez ketin tevgerê û navend temîr kirin. Heta careke din av ji bajar re hate dayîn.

Di roja 12’ê sibatê de jî Artêşa Tirk ji pişt sînor navenda belavkirina avê ya li gundê Kefer Sefrê ya herêma Cindirêsê topbaran kirin. Di encamê de av ji ser zêdeyî 5 hezar malên herêmê qut bû.

Di 8’ê sibatê de jî Artêşa Tirk bi balafiran navenda serjêkirina berxan û ya serjêkirina mirşîkan bombebaran kirin û diencmaê de 15 berix telef bûn û herdû navendên serjêkirin hatin ruxandin. JI herdû navendên serjêkirinên gust li tevahiya herêma Efrînê dihate belavkirin.

Di roja 10’ê sibatê de Artêşa Tirk herêma Raco topbaran kir. Di encamê de firina navendî bi temamî hate ruxandin. Ev yek bû sedema bi hezaran welatî bê nan bimîn in.

Navenda Heyva Sor a Kurd jî di 2’ê sibatê de hate topbarankirin. Navenda ku rojane bi dehan welatiyên sivîl û birîndar dermandikirin, ji xizmetê derket.

Di roja 15’ê sibatê de jî Artêşa Tirk mexreteya temîrkirina alvên sînayî û çandiniyê hate topbarankirin. Di encamêd ew jî ji xizmetê derket. 80 karker  di mexreteyê de dixebitîn.

Ji ber topbarana Artêşa Tirk rawestgeha Tirênê ku di sala 1892’an de hate avakirin bi temamî hate ruxandin. Ew xeta Tirênê ji Sûriyê derbasî Tirkiyê dibe.

Dibistan hatin ruxandin

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka êrîşa xwe ve dibistan û navendên xizmetê yên herêmê hedef digre. Di encama êrîşê de hate niha 318 dibistanên herêmê hatine girtin. Ji ber wê 50 hezar xwendekar ji mafê xwe yê xwendinê bê par mane.

Ji ber êrîşê 11 dibistan bi temamî hatin ruxandin. Ji wan dibistana Şehîd Celal a li navçeya Meydankê, Dibistana Şehîd Demhat a herêma Raco, Dibistana Şehîd Şîlan a bajaroka Hemam, Dibistana Şehîd Yûsif a linavçeya Bilbilê û dibistana gundên Qornê ya navçeya Bilbilê.

Komîteya Perwerdeya Demokratîk a Efrînê derbarê mijarê de daxuyanî da û got ku heta niha di êrîşê de 19 xwendekaran jiyana xwe jid est dane û 27 jî birîndar bûne.

Mizgeft û cihên zarokan jî kirin hedef

Mizgeft û cihên zarokan jî ji êrîşa wan ne filitîn. Artêaş Tirk bi topên xwe Mizgefta Selahedîn El-Eyûbî di roja 24’ê çile de topbaran kir, beşek ji banê wê hate ruxandin, pirtûka Qurana pîroz di bin bermahiyan de ma.

Di roja 7’ê sibatê de derdora mizgefta Do El-Feqar a gundên Çima ya navçeya Şer hate topbarankirin, di encamê de gelek zirarên madî çêbû. Di roja 17’ê sibatê de jî Mizgefta gundên meryemîn a navçeya Şer hate topbarankirin, di encamê de beşek jê hate ruxandin.

Mizgefta gundên Xerba Sorik a herêma Raco jî di 16’ê sibatê de hate topbaran kirin, di encamê de mizgeft bi temamî hate ruxandin.

Navenda perwedekirina zarokan ku ji aliyê UNICEF ve li herêma Raco hate vekirin hate topbarankirin. Di encmê de navend bi temamî hate ruxandin.

Çandiniya Efrînê jî gelek ziyan dît

Ji êrîşa Arêtşa Tirk û çeteyên wê wlatiyên gundên sînor nikarin zeviyênx we biçîn in. Derbarê mijarê de Cîgirê Serokê Desteya Çandiniyê Selah Îbo diyar kir ku ji sedî 40 darên zeyûtnan ku hejmara wan li herêma Efrînê 13 milyon dar in bê ku kes li wan binere bê miqatebûn mane.

Îbor, her wiha da zanîn ku darên kerez jî gelek zirar dîtine, jiber ku divê baş li wan were mezendin heta ku bisetewin û got: “Dibe ku dar xirabibin heger êrîş mehek din dewam kir.”

Li aliyê din jî rayedarên desteya çandiniyê diyar kirin ku hezar dar ji ber topbaran û bombebaranê ji kok ve rabûne.

(dc)

ANHA