Ewlehiya sînor.. hinceta dagirkeriya Tirkiyeyê li dewletên cîran e

Ewlehiya sînor.. hinceta dagirkeriya Tirkiyeyê li dewletên cîran e
3 adar 2018   20:57

CUMA MIHEMED – ÎBRAHÎM EHMED

KOBANÊ – Hikûmeta Tirk a faşist dubare dibêje ku metirsiya ewlehî li ser sînorên wê yên başûr heye û vê yekê weke hinceta dagirkeriya xwe di dewletên cîran de bikar tîne. Tirkiyeyê di 24’ê Tebaxa 2016’an de dest bi dagirkeriya xwe ya li Cerablûs, Ezaz û Babê kir. Serçeteyekî DAIŞ’ê ku di wê demê de serweriya van deveran dikir rastî eşkere kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê ji sala 2014’an ve dagirkeriya gelek herêmên Sûriyeyê dikirin. Dewleta Tirk ji bo çavbirçîbûna xwe li Sûriyeyê pêk bîne bi hemû rêbazan hewl da van çeteyan bikar bîne.

Piştî ku tomareke deng a serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ehmed Dawûd Çawîş Oglû û serokê istixbarata Tirkiyeyê MÎT Hakan Fîdan hate belavkirin û têde eşkere Hakan Fîdan dibêjin “Eger pêwîst bike ez ê hin endamên xwe bişînim Sûriyeyê û ji wir Tirkiyeyê topbaran bikim. Ez ê bihêlim ku êrîşî gora Silêman Şah bikin. Wê demê dem dikarin bi hêsanî derbasî Sûriyeyê bibin.”

Dijberiya Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re pêkenokek e

Endamekî Asayîşa DAIŞ’ê yê li ser sînor ê bi navê Ebû Elî El-Mexribî diyar kir ku ew şahidê buyerên li Cerablûs û Ezazê ye û got ku êrîşa dagirkirina Efrînê Efrînê beriya demekê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye pilankirin. Ebû Elî El-Mexribî got ku Tirkiye alîkar û hevkariyê yekemîn ji DAIŞ’ê re ye û dijberiya wê bi DAIŞ’ê re pêkenokek e.

Ebû Elî El-Mexribî  got ku têkliyên wan bi Tirkiyeyê re gelekî xurt bûn û di çapemeniyê de gelek caran digotin ku top li gund an bajarekî Tirkiyeyê ketine û wiha got: “Ez bêtirî sal û nîvekê li ser sînor hatibûm erkdarkirin me tenê fîşekek jî bi aliyê Tirkiyeyê ve navêt.”

Hincetên dagirkirina Cerablûsê

Ebû Elî El-Mexribî piştrast kir ku wan ti carî aliyê Tirkiyeyê armanc negirtin û ev yek tê wateya ku endamên MÎT ên di Sûriyeyê de top diavêtin Tirkiyeyê. Di 24’ê Tebaxa 2016’an de Tirkiye di bi navê “artêşa azad” de derbasî bajarê Cerablûsê bû û girêdayî vê mijarê Ebû Elî El-Mexribî wiha got: “beriya ku artêşa Tirkiyeyê derbas bibe DAIŞ agahdar kir ku bajêr radestî aliyê bi navê ‘Mertala Firatê’ bike.”

Li bajarê Babê jî dema çapemeniya Tirkiyeyê digot ku ew bi DAIŞ’ê re şer dike di wê demê de welatiyên sivîl topbaran dikirin û ti ziyan bi DAIŞ’ê nebû.

Hincetên êrîşa li dijî Efrînê

Li gorî çeteyên ku li xwe mukur hatine Tirkiye dixwaze heman senaryoya Cerablûsê li Efrînê bide meşandin û çapemeniya AKP’ê car bi car îdîa dike ku top ji herêma Efrînê bi ser bajarên Rihaniyê û Kîlîsê ve tên.

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê ji 20’ê Çileya borî ve hovîtiya xwe li dijî welatiyên herêma Efrînê berdewam dikin.

(jh)

ANHA