‘Tirkiye nezelalbûna biryarê hincet digre û dagirkeriya xwe didomîne’

Reportaj Summay

‘Tirkiye nezelalbûna biryarê hincet digre û dagirkeriya xwe didomîne’
27 sibat, 2018   08:43

 

QAMIŞLO – Siyasetmedarê Sûrî û Birêveberê Navenda El-Şam a Lêkolînên Demokratîk û Mafên Mirovan Eksem Nehîsê diyar kir ku biryara Konseya Ewlehiyê ya agirbesta li Sûriyeyê ne zelal e û Tirkiye ji vê nezelalbûnê hincet digire û êrîşên xwe li dijî Efrînê berdewam dike. Nehîse got ku pîvanên Netewên Yekbûyî di derbarê aliyên biryarên wê binpê dikin de zelal in û wiha anî ziman: “Çi dewlet biryara Konseya Ewlehiyê binpê bike cezakirina wê li gorî benda şeşemîn û heftemîn pêkan e.”

Girêdayî biryara Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî di derbarê agirbesta 30 rojan li Sûriyeyê û berdewama hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî herêma Efrînê, Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê hevpeyvînek bi siyasetmedarê Sûrî û Birêveberê Navenda Şam a Lêkolînên Demokratîk û Mafên Mirovan Eksem Nehîse re pêk anî.

Hevpeyvîna bi Eksem Nehîse re wiha ye:

Konseya Ewlehiyê biryara agirbesta li Sûriyeyê girt û Tirkiyeyê jî tavilê ragihand ku ew êrîşên xwe li dijî Efrînê ranawestîne. Hûn biryara agirbestê û derfetên pêkanîna wê çawa dinirxînin?
Biryara 2401 ya Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî di du bendên wê yên sereke de serwerî, xweseriya Sûriyeyê weke dewletekê û yekîtiya axa wê piştrast dike û di benda duyemîn de jî behsa dijberiyên li hemû herêmên Sûriyeyê dike û di nava wan de dijberiyên li Xota, Hema, Idlib û El-Rukben jî hene, evan du bendên sereke ne û paşê jî behsa lêhûrbûn û aloziya rewşa welatiyên sivîl dike û ji xalên sereke ku cewhera biryarên de dest pê dike.

Biryar piştrast dike ku divê xebatên dijberiyê li hemû herêmên Sûriyeyê bêne rawestandin. Her wiha bang li hemû aliyan dike ku tavilê xebatên xwe yên dijberiyê rawestînin û dema destpêkirina wê diyar nake weke ku di biryarê de beriya veguhertinê hatiye diyarkirin. Lê belê tekez dike ku divê xebatên dijberiyê tavilê û rasterast bêne rawestandin bêyî ku were derengxistin û pêwîst e hemû aliyên dijber xwedî li biryarê derbikevin. Her wiha di vê bendê de cihekî taybet diyar nake.

Di benda duyemîn de dibêje ku pêwîst e rê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovahî bêne vekirin û di bendên din de behsa mijara pêwîstiya xwedîderketina hemû aliyên dijber li biryarê dike û bang li rêjîmê dike ku xwedî li biryarê derbikeve weke ku nîşan dide ku ew li hemberî helwesta rêjîma Sûriyeyê xemgîn e.

Di madeya 12’emîn a biryarê de tê destnîşankirin ku sekretêrê giştî dê çavdêriya agirbestê bike û rapora xwe piştî 15 rojan pêşkêşî Konseya Ewlehiyê bike. Di madeya 13’emîn de jî tê gotin ku Konseya Ewlehiyê mijara agirbestê dişopîne û pêkanîna vê biyarê navneroka vê civînê ye.

Di aliyê neyîniyan de destpêkirina biryarê nehatiye diyarkirin ango çawa agirbest dê pêk were li ser kîjan zemînê. Ez dixwazin destnîşan bikim ku li gorî biryarê rêxistinên El-Qaîdê û DAIŞ’ê û hevkarên wan nagire nava xwe, ev yek jî ne zelal e. Eger Cebhet El-Nusra weke nûnerê El-Qaîdê were destgirtin, lê gelo hevkarên wê kî ne? biryar di vê bendê de ne zelal e û rêbazên pêkanîna agirbestê jî diyar nekirine, her wiha cihên ciyografîk ku têde agirbest pêk were diyar nekirine, lê belê mijar ji şîroveyan re vekirî hişt û her aliyek li gorî berjewendiya xwe şîrove dike.

Ya girîng di biryarê de behsa destdirêjiya li serweriyê nehatiye kirin û tenê bala xwe dikişîne ser mijarên dorpêçkirinê û dûrxistina welatiyên sivîl ji pevçûnan û şikandina dorpêçên li ser bajar û deverên dorpêçkirî û kuştina sivîlan weke ku hin herêmên taybet di Sûriyeyê de nîşan dide.

Biryar bi awayekî zelal êrîşên dewletên din di Sûriyeyê de nîşan nade, ango êrîşên Tirkiyeyê li dijî herêmên Sûriyeyê, tevî ku di lêhûrbûnan de behsa herêmên Xota, Hema û Idlibê dike û behsa Efrînê nake. Ev mijar jî bi guman e û ev biryar ne zelal e.

Nepejirandina Tirkiyeyê ji biryara Konseya Ewlehiyê re tê çi wateyê?
Di derbarê Tirkiyeyê de ez guman dikim ku dê vê nezelalbûna biryara 2401 li gorî berjewendiya xwe şîrove bike û êrîşên xwe yên li dijî herêmên Sûriyeyê berdewam bike. Ev jî ji ber du sedeman e, Yek; ew dibêje ku şerê Partiya Yekîtiya Demokratîk dike û ew weke partiyekî terorîst bi nav dike. Xala duyemîn jî; doza çeteyên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê bikar tîne û dibe ku berpirsyariyê bixe ser milên wan. Lê di xala sêyemîn de ew e ku biryar di derbarê Efrînê de ne zelal e, ango êrîşeke dewleteke cîran li dijî herêmeke Sûriyeyê, tevî ku di lêhûrbûnên biryarê de piştrast dike ku pêwîst e serweriya axa Sûriyeyê û xweseriya wê were parastin. Ji ber vê yekê Tirkiye dê êrîşên xwe li dijî Sûriyeyê berdewam bike tevî ku biryara agirbestê silav kir û di heman demê de piştrast kir ku dê êrîşên xwe li dijî welatiyên Efrînê berdewam bike.

Ji aliyekî din ve rêjîma Sûriyeyê jî ji vê rewşê sûd wergirt û weke Tirkiyeyê êrîşên xwe li dijî sivîlan dijwartir kirin. Rêjîma Sûriyeyê di bin hinceta ku milîsên girêdayî Cebhet El-Nusra li Xota hene êrîşên xwe berfirehtir kirin.

YPG’ê ragihand ku dê xwedî li biryarê derbikeve û tenê dê mafê xwe yê xweparastinê bikar bîne. Hûn vê bersiva YPG’ê çawa dinirxînin?
Di derbarê helwesta YPG’ê de bi nêrîna min divê hemû hêzên parastina Efrînê dikin di heman demê de parastina serweriya axa Sûriyeyê dikin. Her wiha divê hemû alî heman helwestê bigirin. Tirkiye di binpêkirina qanûn û biryarên Konseya Ewlehiyê de bi awayekî eşkere berdewam dike û destdirêjiyê li serweriya axa Sûriyeyê dike. Ji erka hemû hêzên niştimanî ye ku axa Sûriyeyê û xweseriya Sûriyeyê biparêzin.

Helwesta YPG’ê helwesteke rast  û di cihê de ye û ew jî helwesta xweparastinê ye. Tevî ku ragihand ku dê xwedî li biryara Konseya Ewlehiyê derbikeve lê dîsa jî Tirkiye biryarê binpê dike û êrîşên xwe berdewam dike.

Pêwîst e hemû hêz xwedî li biryara Konseya Ewlehiyê derbikevin û banga pêkanîna wê bikin. Ango agirbest li giştî axa Sûriyeyê pêk were.

Ji bo rê li pêşiya êrîşên Tirkiyeyê li dijî dewletên cîran were girtin çi ji civaka navnetewî tê xwestin?
Di derbarê gav û tedbîrên ku divê civaka navnetewî werbigire de, ji aliyê qanûnî ve divê Konseya Ewlehiyê civînekê li dar bixe û biryarên guncaw ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyeyê li dijî Sûriyeyê bistîne. Pîvanên Netewên Yekbûyî di vê mijarê de zelal in. Çi dewlet biryarên Konseya Ewlehiyê binpê bike li gorî madeya şeşemîn an heftemîn tê cezakirin.

Di aliyê siyasî de ev helwesta hişk li dijî Tirkiyeyê pêk nayê, lê guman e tenê bi awayekî fedok dê were hişyarkirin û dibe ku têkliyên hin dewletan bi Tirkiyeyê re xirab bibin û ez bawer nakim ji vê yekê bêtir be.

(jh)

ANHA