14 şervan tev li YPJˊê bûn

Piştî perwerdeya 2 mehan îro merasîma derçûnê ya 14 şervanan hat lidarxistin û tev li YPJˊê bûn.

14 şervan tev li YPJˊê bûn
18 îlon, 2025   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi merasîmekê 14 şervan piştî perwerdeya 2 mehan, dewreya xwe bi dawî kir û tev li Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bûn. 

Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser malpera xwe ya fermî bi bîr xist ku di merasîmê de nûnerên desteyê, malbatên şervanan, nûnerên ji saziyên leşkerî û sivîl amade bûn.

Şervanan sond xwar û soz da ku di oxira parastina xak û gel de tê bikoşin. Dûre toraneke leşkerî li dar xistin.

Di merasîmê de ji fermandarên YPJˊê Emîra Mihemed ev bone pîroz kir û got tevlêbûna wan li nava hêzan xurtbûneke zêde nîşan dide. Emîrayê da zanîn ku YPJ di parastina civakê û bicihkirina nirxên wekhev û azadiyê de roleke pêşeng dilîze.

Merasîm bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(fr)