Rûspiyên Eyn Îsayê nameya Rêber Abdullah Ocalan wergirt: Em bi QSD’ê re ne

Şêx û rûspiyên eşîrên bajarê Eyn Îsa yê kantona Firatê nameya Rêber Abdullah Ocalan wergirt û got ew her tim bi QSD’ê re ne.

Rûspiyên Eyn Îsayê nameya Rêber Abdullah Ocalan wergirt: Em bi QSD’ê re ne
Rûspiyên Eyn Îsayê nameya Rêber Abdullah Ocalan wergirt: Em bi QSD’ê re ne
Rûspiyên Eyn Îsayê nameya Rêber Abdullah Ocalan wergirt: Em bi QSD’ê re ne
Rûspiyên Eyn Îsayê nameya Rêber Abdullah Ocalan wergirt: Em bi QSD’ê re ne
Rûspiyên Eyn Îsayê nameya Rêber Abdullah Ocalan wergirt: Em bi QSD’ê re ne
Rûspiyên Eyn Îsayê nameya Rêber Abdullah Ocalan wergirt: Em bi QSD’ê re ne
Rûspiyên Eyn Îsayê nameya Rêber Abdullah Ocalan wergirt: Em bi QSD’ê re ne
18 îlon, 2025   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya ragihandina û parvekirina nameya Rêber Abdullah Ocalan de, hevdîtinên xwe bi şêx û rûspiyên Ereban re didomîne.

Endamên komîteyê bi şêx û rûspiyên bajarê Eyn Îsayê yê kantona Firatê re civiyan. Di hevdîtinê de endamên komîteyê Eyşe Efendî û Mihemed Beko nameya Rêber Abdullah Ocalan a ji eşîran re şandibû, xwend.

Eyşe Efendî bal kişand ser rola sereke ya eşîrên Ereban di xurtkirina têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de û got ev têkilî bingeha ewlehî û aramiya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Her wiha anî ziman ku eşîran bi hezaran şehîd di rêya parastina welat de dane û beşdariya wan di avakirina rêveberî, rêxistin û saziyan de çalak e.

Şêx û rûspiyan nameya Rêber Abdullah Ocalan erênî nirxand û got name ji bo tevahiya pêkhateyan e, armanc jê pêşxistina nirxên jiyana hevbeş û redkirina tevahî cureyên fitne û şerê navxweyî ye.

Şêx û rûspiyan piştgiriya xwe bi QSD’ê re anîn ziman û got li dijî hemû siyasetên xirabkirina ewlehiya herêmê û fitneyan helwesta wan piştgiriya bi QSD’ê re ye.

(bb)

ANHA