14 roj e Kobanê di dorpêçê de ye

Bajarê Kobanê ku 600 hezar mirov lê dijîn, ji roja 20’ê Çile di dorpêçeke giran de ye.

14 roj e Kobanê di dorpêçê de ye
14 roj e Kobanê di dorpêçê de ye
14 roj e Kobanê di dorpêçê de ye
14 roj e Kobanê di dorpêçê de ye
14 roj e Kobanê di dorpêçê de ye
2 sibat, 2026   10:29
 KOBANÊ

14 roj e bajarê Kobanê di dorpêçê de ye. Niha li Kobanê derman, madeyên sotemeniyê û madeyên xwarinê nayên peydekirin. Her wiha elektirîk li ser Kobanê qut kirine. Xelkê Kobanê di van şert û mercên zehmet de taxên xwe diparêzin û li ber xwe didin.

Li gorî bijîşkan, ji ber dorpêçê hemû teşeyên dermanan nayên peydekirin, bi taybet dermanê tansiyon û şeker bi dawî bûne û nexweşên penceşêrê nikarin derbikevin derveyî Kobanê û tedawiya xwe berdewam bikin. Her wiha şêrê didin zarokan nayê peydekirin. Ji ber qutbûna elektirîkê û tunebûna sotemeniyê beşên nexweşxaneyê sekinîne.

Li gorî çavkaniyên tenduritiyê, eger derman û şîrê zarokan neyên peydekirin wê pirsgirêkên mezin ên tenduristiyê çêbibin.

 Li bazara Kobanê jî sebze û madeyên sereke yên xwarinê êdî bi dawî bûne û madeyên sotemeniyê jî nayên peydekirin. Niha jiyana 600 hezar mirovî gihîştiye rewşeke gelekî xetere.

Di dorpêçê de 4 zarok ji ber sermayê wefat kirin û niha rewşa hemû zarok, nexweş û giştî şêniyên Kobanê di xetereyê de ye.

Li hemberî vê dorpêçê xelkê Kobanê li ber xwe didin û peyama "Berxwedan bingehê vê pêvajoya nû ye" didin.

 ANHA