12 bazirganên narkotîkê hatin binçavkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 12 bazirganên narkotîkê li Tebqayê bin çav kirin.

12 bazirganên narkotîkê hatin binçavkirin
21 îlon, 2024   12:15
 NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên Ewlekariyê bajar û gundewarê Tebqayê operasyon li dijî belavkar û bazirganên narkotîkê li dar xistine.

Di daxuyaniya li ser malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatiye weşandin de hate gotin, hêzên ewlehiyê piştî komkirina îsbatan, operasyon li dijî bazirganên narkotîkê li bajar û gundewarê Tebqayê li dar xistin. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di operasyonan de 12 belavkarên narkotîkê hatin binçavkirin û miqdareke narkotîk û telefonan hatin desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî lêpirsînên destpêkê bi dawî bûn, kesên hatin binçavkirin û tiştên hatin desteserkirin sewqî aliyên têkildar hatin kirin da ku werin cezakirin. (bb)