Bi girseyî şehîd Bagêra oxir kir

Şervanê QSD’ê yê şehîd Bagêra (Welîd Hiso) bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hat oxirkirin.

Bi girseyî şehîd Bagêra oxir kir
Bi girseyî şehîd Bagêra oxir kir
Bi girseyî şehîd Bagêra oxir kir
Bi girseyî şehîd Bagêra oxir kir
21 îlon, 2024   12:47
HESEKÊ

Ji bo şervanê QSD’ê Bagêra (Welîd Hiso) yê 18’ê Îlonê di qezayeke trafîkê de şehîd dibû merasîma oxirkirinê hat lidarxistin.

Tevî endamên saziyên sivîl û leşkerî, şêniyên Hesekê ji bo beşdarbûna merasîmê oxirkirinê yê şehîd Bagêra li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê kom bûn.

Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rewan Şêxo sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re xwest. Rewan diyar kir ku girêdana şehîd Bagêra bi welat ve xurt bû, li ser vê yekê di sala 2014’an de tev li nava refên hêzên leşkerî bû.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê li ser kesayeta şehîd Bagêra jî got, xwedî taybetmendiyên têkoşerê şoreşgerî yê fedaî bû, bi sîfetên xwe cewher û rihê QSD’ê îfade dike.

Dêrsim Hesekê heta pêkanîna xeyalên şehîdan soza domandina xeta wan da.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.

(bb)

ANHA