Gerîla ji hewa ve lêda: Dagirkerek hate cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku yekîneyeke gerîla bi amûrên hewayî li hêzên dewleta Tirk a dagirker xist û dagirkerek hatiye ceza kir.

Gerîla ji hewa ve lêda: Dagirkerek hate cezakirin
21 îlon, 2024   12:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyek nivîskî da û got: “Çalakiya li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ya hewayî ji aliyê Yekîneya Şehîd Axîn Mûş ve hate lidarxistin.

Daxuyanî wiha ye:

“Yekîneya Şehîd Axîn Mûş;

9’ê Îlonê di saet 12.56’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar Yekîneyên me yên Şehîd Axîn Mûş bi amûrên hewayî bi rengekî bi bandor li dagirkerên ku hewl didan ji bo dagirkeriyê rêya leşkerî çêbikin, xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û derb li kepçeyeke zirxî hate xistin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

19’ê Îlonê di saet 09.50’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Ev çalakî ji aliyên hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

19’ê Îlonê di saet 15.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

20’ê Îlonê di saet 16.30’an de bi çekên giran li dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê daran bibirin, hate xistin.

Li Herêma Metîna;

19’ê Îlonê di saet 09.05 û 16.40’an de bi çekên giran li dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê çeperan çêbikin, hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Li herêma Xakurkê;

20’ê Îlonê di saet 10.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker, pêk anîn;

18, 19 û 20’ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Girê Rostê, Şehîd Şerîf, Goşînê û Berbizinê yên herêma Xakurkê 4 caran, qadên Çemrobotkî, Bilindbazê, Şikeftiyan, Dînartê û Deşta Kafya yên herêma Garê 7 caran, Qada Berxwedanê ya Serê Metîna û Şêlazê yên herêma Metînayê 2 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Cûdî yên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 5 caran; bi giştî 18 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

20’ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, carekê bi helîkopterên êrîşê hate bombebarankirin.”