116 kamyonên alîkariyên mirovî derbasî Siwêdayê bûn

Di çarçoveya xebatên navneteweyî yên ji bo peydakirina alîkariyên bingehîn ji şêniyên Siwêdayê re, îro 2 karwanên alîkariyan derbasî Siwêdayê bûn.

116 kamyonên alîkariyên mirovî derbasî Siwêdayê bûn
19 cotmeh, 2025   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) 2 karwanên kamyonên alîkariyên mirovî di rêya Şam-Siwêdayê re derbasî Siwêdayê kirin. Karwanê yekê ji 16 kamyonan û yê duyê ji 100 kamyonan pêk dihat.

Li gorî agahiyan karwanê yekê 201 ton ard û yê duyê madeyên bazirganî xwarin û madeyên ji bo rewşên awarte bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji Tîrmeha borî ve ambargo li ser Siwêdayê ferz kiriye. Girêdayî wê jî di meha borî de WFP'ê zêdetirî 300 ton ard û madeyên xwarinê derbasî Siwêdayê kiribûn.

(mh/fr)