Katz gefa bersivdayîneke tund li Hemasê xwar

Li hemberî binpêkirina agirbestê ya li Refehê, wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got ku Hemas "wê bersiveke tund û bi rêbazekî dijwar bibîne". Hemasê jî di daxuyaniyekê de got ew pabendî peymanê ye û Tel Avîv berpirsiyarê hilweşîna wê ye.

Katz gefa bersivdayîneke tund li Hemasê xwar
19 cotmeh, 2025   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê ragihandibû ku Hemasê bi hedefgirtina leşkerên Îsraîlê li bajarê Refehê agirbest bin pê kir. Girêdayî wê wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got ku "Wê bersiveke tund û bi rêbazekî dijwar bibîne".

Katz diyar kir ku "Me talîmat dan artêşa Îsraîlê ku li dijî armancên terorîst ên Hemasê li Xezayê bi hêz tev bigerin."

Katz da zanîn ku "Dê Hemas li beramber her guleavêtinekê û binpêkirina agirbestê berdêleke giran bide û ger peyam fêm nekir wê bersivdan tundtir bin."

Di wê çarçoveyê de, Hemasê bi daxuyaniyekê pabendiya xwe bi agirbestê dubare kir û Îsraîl li beramber her alozî yan jî hilweşîna agirbestê berpirsiyar dît.

Berê jî baskê çekdar ê Hemasê, "Ketaib El Qesam" diyar kiribû ku tu agahiya wê der barê bûyer an jî pevçûnên li herêma Refehê de tune ne.

Hemasê diyar kiribû ku bajarê Refehê ji "herêmên sor" ên di bin kontrola Îsraîlê de ne û têkiliya wê bi komên çekdar ên wê derê re nemaye.

(mh/fr)