Jinên Ciwan ên  Helebê azadiya fîzîkî ya Rêber APO xwestin

Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê bi meşekê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwest. Jinên Ciwan destnîşan kir ku banga aştî û civaka demokratîk a Rêber APO zemîna pêkanîna mafê hemû gelan misoger dike.

19 cotmeh, 2025   15:58
HELEB

Jinên Ciwan ên Helebê meşa xwe li taxa Eşrefiyê ya Helebê lidar xistin. Bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwanan, endamên sazî û dezgehên bajar, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên tevgerên jinan û endamên komîn û meclisan beşdarî meşê bûn.

Meş di çarçoveya hemleya Yekîtiya Jinên Ciwan a bi sernavê “Bicivin” a di 7’ê cotmehê de bi diruşmeya “bi rihê hevlatiya komînal em ê bi rêbertiya xwe re bijîn” hatiye destpêkirin, pêk hat.  Aramanca hemleyê piştgiriya banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan e.

Meş ji ber çerxeriya El Zeytûn destpê kir. Meşvanên ku posterên Rêber Abdullah Ocalan hildabûn û bê navbera diruşmeyên “bê serok jiyan nabe” beriz dikirin, di nava kolanên taxê de meşiyan heta gihiştin çerxeriya Şehîdan. Li vir girse kom bû û piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin hatin kirin.

Di serî de endama Yekîtiya Jinên Ciwan Gulîstan Mustefa axivî û banga aştî û civaka demokratîk bibîr xist û destnîşan kir ku bang ji bo aştiya tevahî Tirkiyê û Rojhilata Navîn e.

Paşê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Şemis Elî El Dîn axivî û destnîşan kir ku nirxandinên Rêber Abdullh Ocalan li ser Rojhilata Navîn bandoreke xwe ya mezin heye û got ku banga aştî û civaka demokratîk ji bingeha nerîneke demokratîk pêk hatiye.

Piştî axaftinan jinên ciwan bi diruşmeyan dawî li meşa xwe anîn.

(dc/k)

ANHA