106 sal di ser Danezana Balfourê re derbas bûn

106 sal di ser Danezana Balfourê re derbas bûn ku wê demê wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Arthur Balfour soz da Cihûyan ku ′welatekî neteweyî′ ji wan re li Filistînê ava bike. Ji wê demê heta niha şer heye. Gelo ev danezan çawa çêbû û encamên wê çi ne?

106 sal di ser Danezana Balfourê re derbas bûn
2 mijdar, 2023   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

2′yê Mijdarê (2′yê Mijdara 1917′an) salvegera ragihandina Danezana Balfourê re ye ku hikumeta Brîtanyayê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de piştgiriya damezirandina ′welatekî neteweyî ji gelê Cihû re′ li Filîstinê da. Ew herêma ku xwedî kêmneteweya Cihû bû, di bin kontrola Osmaniyan de bû.

Ev danezan di peyama wezîrê karên derve yê Brîtanyayê yê wê demê Arthur Balfour ji Lord Lionel De Rothschild re şandiye ji bo civaka Cihû-brîtanî girîng bû, da ku Yekitiya Siyonîst radestî Brîtanya û Îrlandayê bike. Naveroka wê jî wiha ye:

"Hikumet bi çavê hestiyariyê bendewar e welatekî neteweyî ji gelê Cihû re li Filistînî were avakirin û dê ji bo vê armancê hewldanan bike ku pêk bê. Divê were fêhmkirin ku dê tu gav neyê avêtin ku mafên medenî û olî yên ku ji civakên necihû yên ku li Filistînê dijîn re, ne jî maf an statuya siyasî ya Cihûyên li welatekî din kêm bike."

XIYANETA OSMANIYAN

Ruxmî ku gelek kes li ser qonaxa piştî Danezana Balfourê diaxivin, lê qonaxa beriya wê hişt ku ev yek pêk bê; Osmaniyan rê ji Cihûyan re li Filistînê vekir.

Xiyaneta Osmaniyan ji gelê Filistînê re ji 1840′î ve dest pê kir, anku piştî desthilatdarên Osmanî ku wê demê wek ‘zilamê nexweş’ dihate wesifkirin, serî ji biryarên Brîtanyayê re danî. Armanca biryarên Brîtanyayê deriyê koçberiya Cihûyan ber bi Filistînê ve veke, deriyên bazirganî û fînansekirina eraziyan bi erêkirina Osmaniyan veke. Bi wê yekê re qonaxa destpêkê ya koçberiya Cihûyan ber bi Filistînê ve dest pê kir.

Di wê qonaxê de xakên bûr bi erêkirina Osmaniyan hatin kirîn. Bi wê re ji serdema 1841′ê ve derfet ji serweriya Brîtanya-Îsraîlê re li hundirê Filistînê hate dayîn û qonaxa bicihbûna Îsraîlê li Filistînê bi destê Cihûyê bi navê Moses Montefiore û damezirandina rêzebankan li herêmê dest pê kir ku ji bo xurtkirina hebûna Îsraîlê li herêma Ereban, bi taybet li Filistînê bibe daneyên aborî. Montefiore di vê yekê de sînordar nema, lê belê bi erêkirina Osmaniyan li Celîl û Yafayê ′cihên çandiniyê′ di çarçoveya têgeha fînansekirinê de ava kirin.

Montefiore wê demê fermaneke Osmanyan wergirt ku erdan bikire, da ku yekemîn taxeke Îsraîlê ku di bin rêvebirin û çavdêriya Îsraîlê de be û di 1854′an de bi navê taxa Montefiore li Qudsê hate binavkirin. Wê jî hişt piştgiriyên biyanî li Filistînê çêbin. Piştre hejmara Cihûyên li Filistînê zêde û li taxê hejmara wan piştî koçberiya ji dewletên rojavayî gihaşt 12 hezaran.

Di 1856′an de karên Moses Montefiore ku eslê xwe Cihû ye, bi serokwezîrê Brîtanyayê yê wê demê Henry John Temple re dewam kir û li ser avakirina rêya trênê ya Yafa-Qudsê ji bo bikeve xizmeta berjewendiyên Brîtanyayê û koçberiya Cihûyan ji herêmê re hêsan bibe, nîqaş kir.

Di 29′ê Tebaxa 1897′an de yekemîn kongreya Cihûyan li bajarê Bal ê Swîsreyê hate lidarxistin û dozên herî girîng; geşkirina nasnameya Cihûyan li gel Cihûyên ewropa-rojava, perwerdekirina zimanê Ibrî ji Cihûyan re, çav û hestiyên wan ji Amerîkaya başûrê ber bi Filistînê ve bên birin, bûn.

Di 1914′an de Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê kir û bi têkçûyîna Osmaniyan li ser destê ingilîzan bi dawî bû. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Fransa û Brîtanyayê li ser fikirandina kontrolkirina herêma Ereban dema şer bi dawî bû, kom bûn. Piştî li ser parçekirina herêmê di nava xwe de li hev kirin û divê Filistîn jî di bin kontrola rêveberiya navneteweyî de be. Di Gulana 1916′an de Peymana Sykes-Picot hate îmzekirin. Brîtanî di 11′ê Kanûna 1917′an de derbasî Qudsê bûn. Ew dîrok jî dawiya mêtingeriya Osmanî ji Filistînê re bû ku 400 sal dewam kir û bû destpêka serdema mêtingeriya Brîtanî.

PÊKANÎNA DANEZANÊ

Beriya şerê dest pê bike û milên dewletên Osmanî di nava hevalbendan de were parçekirin wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê James Arthur Balfour nûner li şûna serokwezîrê Brîtanyayê bi navê Lower George di 2′yê Mijdara 1917′an de şand ku dan û standinê bi tevgera Cihû re der barê xwestên xwe li Filistînê bike.

Balfour bi nûnerên tevgera Cihû re civiya û ji hikumeta Brîtanyayê xweset ku hikumet, piştî serkeftina di şerê cîhanê de sozeke fermî bide ku Filistînê bide wan. Balfour peyama xwe ya navdar di 2′yê Mijdara 1917′an de ji serokê Cihûyên li Brîtanyayê  Lord Lionel Rothschild re şand.

Bi vî awayî plana Danezana Balfourê hate danîn û hikumeta Brîtanyayê li ser îmze kir. Armanca wê jî Cihûyên li Almanyayê ber bi Cihûyên Brîtanyayê ve bikişînin ku alîkariya ingilîz bikin.

Dema şer bi dawî bû bangên veguhastina Cihûyên ji Ewropa û Amerîkayê zêde bûn û dûre koçberiya Cihûyan bi girseyî bi rêya rêya tirênî Yafa-Qudsê ku Brîtaniyan kontrol kir, dest pê kir.

Di 1918′an de hikumeta Brîtanyayê biryar da ku şandeyeke bişîne Filistînê. Di nava şandeyê de fermandarê hêzên Brîtanyayê ji bo Filistînê Chaim Weizman hebû da ku lêkolînê li ser pêkanîna Danezana Balfourê bike.

Hikumeta Brîtanyayê di heman salê de naveroka Balfourê pêşkêşî serokê Amerîkayê Woodrow Wilson kir û beriya were belavkirin li ser naverokê erê kir û dûre Fransa û Îtalyayê bi awayekî fermî li ser erê kir.

Di 24′ê Nîsana 1920′ê de bi awyekî fermî avakirina welatekî neweteyî ya Cihûyan li Filistînê bê avakirin. Bi wê re hikumeta medenî hate avakirin û Samuel di Hezîrana heman salê de weke nûner bo Filistînê hate şandin. Samuel meclisa qanûnsaz ku bikeve bin kontrola mêtingeriyê ava kir, lê filistîniyan hilbijartin boykot kirin.

Di Tebaxa 1920′an de rêveberiya medenî ya li hundirê Filistînê hatiye erkdarkirin cara yekemîn li ser destûra koçberiya Cihû erê kir û bi wê re koçberiya Cihû bê rawestan dest pê kir.

Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Arthur Jones biryara Brîtanyayê ya bidawîkirina mêtingeriya li ser Filistînê û radestkirina wê ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re ragihand û di 15′ê Gulana 1948′an de bidawîbûna mêtingeriyê û destpêkirina ragihandina 2 dewletan; Cihû û Filistînê wesiyet kir. Dûre rêxistinên siyonîst avakirina dewleta Îsraîlê piştî nêzî 950 hezar filistînî ji Difa Xerbiye, Xeza û dewletên Erebî yên cîran ji eslê milyonek û 400 hezar hatin koçberkirin, ragihand.

ENCAM Û ÇARESERÎ

Ruxmî hemû hewldanên herêmî, navneteweyî û însiyatîfên aştiyê yên dubare, lê şerê Filistîn-Îsraîlê hîna dewam dike. Vî şerî di navbera Cihû, misliman, xiristiyan, tevahî pêkhate û gelên herêmê de parçebûnek çêkir û rêjeya nefretê bilind bû. Heta lihevkirinên Îbrahîmiye yên dawîn ku dewletên Ereban bi Îsraîlê re bi navbeynkariya Amerîkayê çêkirine jî, tu serkeftin bi xwe re neanîn.

Normalîzekirina di navbera rejîmên dewletên Ereban û rejîma Îsraîlê de hate çarçovekirin, bi taybet li gel radîkalbûna neteweyî û olî ya li herêmê. Rêxistinên girêdayî îslama siyasî û Îxwan El Muslimîn biryara berxwedana Filistînê kontrol kir. Di heman demê de jî rastgirên tundraw Îsraîl kontrol kir. Li aliyekî din jî hîna zîhniyeta li ser neteweya Ereban û Cihûyan dewam dike. Bi wê re nakokî û rageşî li ser paşxaneya operasyona Hemasê ya di 7′ê Cotmehê de vegerî û Îsraîlê bi dijwarî êrişî Xezayê kir.

Dewama vî şerî heta niha û bêyî çareseriyekê teqeziyê bi başiya fikra neteweya demokratîk û biratiya gelan dike ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye. Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku bingeha pirsgirêkên Rojhilata Navîn, nemaze şerê Filistîn-Îsraîlê, xwespartina li rejîmên neteweyî û tundrawiya olî û mezhebî ye.

Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku Îsraîl wek hêzeke hegemon girîng e, ev tê wateya ku dê meşrûbûna dewletên neteweyî yên din li herêmê were naskirin, ger hebûna Îsraîlê wek hêzeke hegemon hate naskirin. Lê ger nehat naskirin, dê were neçarkirin û di şeran de were westandin heta were naskirin. Ji ber ku komara Tirkiyeyê yek ji dewletên îslamî yên yekemîn e ku Îsraîl nas kir, gelek dewletên neteweyî yên meşrû jî nas kirin û sîstema heyî ava kir.

(fr)

ANHA