103 roj e aqubeta rojnamevan Silêman Ehmed nayê zanîn

Ji rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 103 roj e agahî nayê girtin.

103 roj e aqubeta rojnamevan Silêman Ehmed nayê zanîn
4 sibat, 2024   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevî bangewaziyan, heta niha tu agahî ji rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ê 103 roj e ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, nayê girtin.

Parêzerê Silêman Ehmed, Narîman Ehmed Reşîd ji ajansa me re gotibû, asayîşa PDK’ê rê nade wan muwekîlê xwe bibînin. Narîman Ehmed Reşîd diyar kiribû ku dosyaya Silêman Ehmed li cem dezgeha îstîxbarata PDK’ê ye.

Her wiha parêzer destnîşan kiribû ku tawanên li dijî Silêman ne rast in û ev tişt gotibû: "Silêman bi awayekî fermî derbasî Rojava bibû û fermî ji wir vegeriya bû. Di heman demê de belgeyên wî yên fermî yên bicihbûna li Başûrê Kurdistanê hene û tu pirsgirêkên wî yên qanûnî tune ne."

Ajansa Rojnews’ê di 25’ê Çileyê de der barê çarenûs û revandina Silêman Ehmed de civînek çapemeniyê li Navenda Metro ya li bajarê Silêmaniyê  li dar xistibû. Ajansa Rojnews’ê gotibû: “Ev kiryara PDK’ê nîşanek metirsîdar û tolhildana siyasî ye. Silêman Ehmed pênûsa xwe nefirot, ji ber wê di girtîgehê de ye. Em piştrast dikin ku Silêman Ehmed bê suce, ji ber kar û erkên xwe yên rojnamevanî û helwesta xwe ya wek rojnamevanek azad û serbixwe hatiye revandin û windakirin. Berpirsyartiya ewlehî û jiyana wî li stûyê PDK’ê û desthilatdarên herêmê ye. ”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di 29’ê Çileyê de bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne yasayî ye û bang li PDK`ê kir ku demildest wî serbest berdin. Rêveberiyê her wiha bang li saziyên çapemenî û hiqûqê jî kir ku rola xwe bilîzin.

Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û 103 roj e agahî jê nayê girtin.