Klîba Hêzên Rizgariya Efrînê hat weşandin

Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo piştgiriya bi Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) re bi pêşengiya Koma Çiyayê Kurmênc klîbek amade kir.

Klîba Hêzên Rizgariya Efrînê hat weşandin
4 sibat, 2024   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Koma Çiyayê Kurmênc li ser Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) klîbek nû der xist.

Di nava 6 salên derbasbûyî yên dagirkeriyê de HRE'yê gelek çalakî kirin û di encamê de derbên giran li dagirkeran xistin. Xelkê Efrînê jî xwedî li vê hêza xwe derdikeve. 

Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Efrîn û Şehbayê jî ji bo piştgiriya bi vê berxwedanê re klîbek amade kir.

Gotin û awazê stranê ji aliyê hunermendê Efrînî Rêzan Bekir ve hatiye çêkirin di studyoya Çiyayê Kurmênc de hatiye qeydkirin û ji aliyê Koma Çiyayê Kurmênc ve hatiye pêşkêşkirin.

stran bi taybetî ji bo Hêzên Rizgariya Efrînê hatiye çêkirin ji bo lehengiyê û qehremaniyê HRE’ê bide diyar kirin.