10 kesên bo edaletê dihatin xwestin hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 10 kesên ji bo edaletê dihatin xwestin li Dêrazorê girtin û li gel wan madeyên hişbirê û çek desteser kirin.

 10 kesên bo edaletê dihatin xwestin hatin girtin
 10 kesên bo edaletê dihatin xwestin hatin girtin
 10 kesên bo edaletê dihatin xwestin hatin girtin
 10 kesên bo edaletê dihatin xwestin hatin girtin
28 nîsan, 2024   20:55
NAVENDA NÛÇEYANN

Navenda Ragihandinê Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê aşkera kir ku wan di rojên borî de li dijî kesên ji bo edaletê dihatin xwestin hemleyek da destpêkirin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Ji bo ewlehiya gel û herêmên me, hêzên me di rojên derbasbûyî de ji bo lêgerîna kesên ku di gelek dozan de tên xwestin û radestkirina wan bo edaletê hemleyek da destpêkirin. Ev hemle li van bajarokan El Hesan, El-Cî’a û El Cenîne pêk hat. Di lêgerîna hêzên me de, hêzên me cihê 10 kesên ku dihatin xwestin tespît kirin û operasyonek berfireh li ser veşartgehên wan pêk anîn û ew girtin.  Ev tişt jî li gel wan hatin dîtin û hatin desteserkirin:

– Hebên hişbir, 37

– 29 gram heşîşa hişbir

– 34 gram kokaîn

– damanceyek 10 û nîv tevî cebilxanê ye

– 10 cercûrên klaşînkovê

– 150 mermiyên klaşînkovê

– 4 narincok

– Klaşnîkov 1

_178 mermiyên BKC

_heşweya dronê 1

– amûrên bikaranîna hişbirê

– qelûnên ji bo bikaranîna hişbirê

– rextên leşkerî 3

– çenteyên leşkerî 1

– rextên damanceyê 3

– 6 diravên DAIŞê, 25 fils

– sebetana BKC yê xerab 1

– fewheya (kumkê) BKSˊê yê xerab

– Qindaqa klaşînkovê 2

– 3 cîhazên peywendiyê

– Kaxez û belge

Hêzên me piştrast dikin ku ew ê her dem ji bo şopandina kesên ku têne xwestin bixebitin û ew ê erka xwe ya ewlehiyê bi tevahî ji bo parastina gelê me û herêmên me bi cih bînin û her kesê ku hewl bide aramî û ewlehiya axa me têk bibe wê were girtin."

(mh)