QSDˊê bi rûspiyên êla Igêdat re civiya

Duh, Fermandariya QSDˊê bi şêx û rûspiyên êla Igêdat a Ereb a li kantona Cizîrê re civiya.

QSDˊê bi rûspiyên êla Igêdat re civiya
28 nîsan, 2024   21:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî diyar kir ku civînek bi şêx û rûspiyên êla Igêdat re li dar xistiye û di civînê de li ser bûyerên li herêma Dêrazorê rû dane, hewldanên derxistina fitneyan nîqaş hatin kirin.

Şêx û rûspiyên beşdarî civînê bûne, diyar kir ku eşîrên herêmê bi projeya Rêveberiya Xweser ve girêdayî ne û got zarokên êl û eşîran di nava QSDˊê de hene. Rûspiyan anî ziman ku yên ku îdia dikin nûnertiya êlên xwe li derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ew hewl didin fitneyê di nava pêkhateyên ji sedan salan ve bi hev re dijîn derxin.

Rûspiyan aşkera kir ku yên ku mafên wan ên çarenûsa zarokên êl û eşîran heye şêx û rûspiyên li herêmê ne. Her wiha hat destnîşankirin ku her kesê li derveyî herêmê û hewl dide zarokên êlan tev li şer bike, tenê armancên xwe yên takakesî pêk tîne û nûnertiya tu êl û eşîrên herêmê nake.

Rûspî û şêxên êl û eşîran diyar kir ku QSDˊê nûnertiya tevahî pêkhateyên herêmê dike. Şêx Macid El Erak bang li QSDˊê kir ku têkoşîna xwe li dijî komên terorîst ên ku hewl didin aloziyê belav bikin dewam bike.

(fr)