′Paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya azadiya jinan e′
Jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dirûşma "Jin jiyan azadî.. ser bixe azadî" meşek li dar xist. Di meşê de hate gotin, paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya bidestxistina azadiyê ye.
Di çarçoveya çalakiyên 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê de, bi dehan endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl û Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê meşek li dar xist.
Meş ji qada Şehîdan a rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî", "Li dijî tevahî cûreyên tundî û dagirkeriyê Jin, Jiyan, Azadî" û "Jin, Jiyan, Azadî..Serbixwe Azadî" hatin berzkirin.
Meş li qada Cebenet a rojhilatê veguherî mîtingê. Li vir endama Yekitiya Jinên Ciwan Rewşen Nesan sedema ragihandina 25'ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê diyar kir.
Rewşen Nesan got, ji bo mîsogeriya azadiya jinan û bidawîkirina tundiya li ser wan pêwîst e jin xwe bispêrin fikrê Rêber Abdullah Ocalan.
Mîting bi siloganên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.
(mh)
ANHA