Li dijî tundiyê banga têkoşîna hevpar kirin

Di semînerên têkildarî 25′ê Mijdarê de hate gotin, divê jin li hemberî tevahî cûreyên tundiyê xwe bi rêxistin bikin, têkoşînê geş bikin û pergala parastinê xurt bikin.

Li dijî tundiyê banga têkoşîna hevpar kirin
Li dijî tundiyê banga têkoşîna hevpar kirin
Li dijî tundiyê banga têkoşîna hevpar kirin
Li dijî tundiyê banga têkoşîna hevpar kirin
Li dijî tundiyê banga têkoşîna hevpar kirin
Li dijî tundiyê banga têkoşîna hevpar kirin
Li dijî tundiyê banga têkoşîna hevpar kirin
Li dijî tundiyê banga têkoşîna hevpar kirin
20 November 2023   20:20
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Cîhanê de, Kongra Star li navçeyên Hol û Dirbêsiyê yên kantona Hesekê semîner dan.

Di semînera li Navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê de, bi dehan şêniyên navçeyê beşdar bûn.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a navçeyê Bedîa Erebo der barê rola jinan di têkbirina hemû rêbazên tundiyê de got: "Jinan di dirêjiya dîrokî de ji ber hemû cûreyên tundiyê gelek zehmetî kişandin. Di encamê de hişmendiya baviksalarî derket hole. Rola jinan di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bû destpêka têkbirina vê hişmendiyê. Jinan di eniyên şer û avakirina pergala neteweya demokratîk de xwedî roleke pêşeng in."

Bedîa Erebo destnîşan kir ku pêwîst e jin xwe li gor fikrê Rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin bikin û asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Li Holê semîner ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman ve hat dayîn ku tê de bi dehan şêniyên navçeyê beşdar bûn.

Hêvî cûreyên tundiya li ser jinan wek tundiya derûnî û devkî û zayendî anîn ziman û got: "Pêwîst e jin bi îrade û hêzeke xurt li hember tundiyê bisekinin, xwe perwerde bikin û parastina xwe pêş bixin. Pergalên desthilatdar bi rêya hedefgirtina jinan, civakan bi tevahî hedef digirin, ji bo redkirina şerê têkbirina civakê bilindkirina asta têkoşînê û xwepêşxistin pêwîst e."

Semîner bi siloganên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(mh)

ANHA